Esnafê Mêrdînê perîşan bû

Esnafê Mêrdînê perîşan bû

MÊRDÎN - Esnafê Mêrdînê ji ber pevçûnên ku li heremê pêk hatine û yên ku didomin gelekî zêde zehmetiyê dikşîne û perîşan bû. Esnafê ku di nava perîşaniyê de ye yek bi yek dikanên xwe digire.

Ji rexekî ve pêvajoya pevçûnê yê ku li navçeyên Mêrdînê pêk tê û ji rexê din ve jî  siyaseta çalan a PKKê îqtîsad û aboriya heremê tarûmar kir.Di wan salên borî di van wextan de Mêrdîna ku bi însanan tijê  dibû îsal vik û vala ye û tu kes nayê cihên dîrokî ziyaret nake.

Ji rexekî ve pêvajoya pevçûnê yê ku li navçeyên Mêrdînê pêk tê û ji rexê din ve jî  siyaseta çalan a PKKê îqtîsad û aboriya heremê tarûmar kir.Di wan salên borî di van wextan de Mêrdîna ku bi însanan tijê  dibû îsal vik û vala ye û tu kes nayê cihên dîrokî ziyaret nake.Her wiha ji ber pêvajoya pevçûnê hat ragihandin li Mêrdînê heta niha nêzî hezar dikandarî ji ber nebûna kar dikanên xwe girtin.

11 otel hatin girtin û 600 kes bêkar man

Turîzma Mêrdînê bi bûyerên 6-8ê cotmeha 2014an  derbeyeke mezin xwar û digel siyaseta çalan hat asta xelasbûnê.Li bajêra dîrokî heta niha 11 otel hatin girtin û ji zêdetirî 600 kesî bêkar man.

Dikandarên Mêrdînê ên ku me ji wan re mikrofona ÎLKHAyê dirêj kir xwestin ku demildest ev bûyer bi dawî bibin û Mêrdîn cardin vegerê wan rojên xwe yên zindî û bi şahî.

“Em mitala dikin ev hejmar zêde bibe”

Azad Gungorê ku ji esnafên Mêrdînê ye  balan kişande li ser zehmetiyên ku di warê turîzmê de li bajêr tên kişandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 14 meh ku em van zehmetîyan dikşînin.Destpêka kişandina zehmetîyan heta bûyerên 6-8ê cotmehê dirêj dibe.Heta niha 11 otelê me hatin girtin û yên ku mane jî mecbûr man ku  karkerên xwe ji kar derînin.Her wiha ew otel hatine asta girtinê.Nêzî 600 kesê ku di warê turîzîmê de dixebitîn ji kar hatin derxistin.Her wiha ji otelan rezervasyon jî nayên kirin.”

“Hizûra me nema”

Mehmet Yertumê ku li bajêr dikandariyê dike di derbarê bûyerên ku pêk hatine de diyar kir ew him ji rexê madî û him jî ji rexê manewî ve ji van bûyeran tesîrdar bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em him ji rexê madî û him jî ji rexê manewî ve ji van bûyeran tesîrdar bûne.Êdî hizûra me nema.Em temennî dikin ku ev bûyer berî kêlîkê bi dawî bibin.”

Dikandarekî bi navê Ferît Hançer jî  ji ber zehmetiyên ku dikşîne diyar kir ew mecbûr maye ku lîsteya kesên deyndar bi cama dikanê ve daleqîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku kesên ku berî vê 10 salan deyn ji min girtibûn deynên xwe nedan û her wiha ji ber ku kar nebaş bûn ez mecbûr man ku vê yekê bikim. Ji serê şeveqê heta êvarê em sîftehê jî nakin.Em ji ber van bûyeran perîşan bûn.Berî van bûyeran karê me gelek baş bû.”

 “Ez mecbûr man kargeha xwe ya du qetî bigirim”

Dikandarekî din ê bi navê Mesût Ozturk di derbarê rewşa xwe de diyar kir ji ber ku ew nikaribûn kireya kargeha xwe bide ew mecbûr maye ku kargeha xwe bigire.Ozturk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Cafeyeke min du qetî hebû.Ji ber ku kar nebaş bû min hazire 10 mehan nikarîbû kireya kargeha xwe bidim.Ji ber vê yekê ez  mecbûr man dikana xwe bigirim,bi vî awayî ez û 8 karkerê xwe bêkar man.”

 Ji bilî van dikandarên ku me ji wan re mikrofona ÎLKHAyê dirêj kir bi heman awayî derd û kulên xwe, êş û elemên xwe yên ku ew ji ber bûyeran dikşînin anîn ziman.(ÎLKHA)



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.