Esnafê Nisêbînê: Em perîşan bûn

Esnafê Nisêbînê: Em perîşan bûn

MÊRDÎN - Esnafê Nisêbînî yên ku digel rakirina qedexeya derketina derve dikanên xwe vekirin destnîşan kirin zehmetiyên ku ew dikşînin bi kelîmeyan nayên gotin û ew perîşan bûne.

Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve  ya ku 134 rojan berdewam kir re esnafê navçê dikanên xwe vekirin.Esnafên ku dikanên xwe vekirin li ber dîmena ku dîtin li xwe heyirîn.Esnaf di  derbarê mijarê de diyar kirin zirara wan gelekî zêde ye û ew  ji kesên rayedar dixwazin ku alîkariya wan bikin.

“Kirêdarê min hebû lê a niha ez bûm kirêdar”

Ji dikandarên navçê kesê bi navê Metîn ji kesên ku bûne sedem ku ew mexdûr bibin re nifir kir û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Digel destpêka bûyeran em bûn muhacir.Em çûne Midyadê.Li wê derê kirêyên xanîyan zêde kirin.Dema ku me digot em Nisêbînî ne ji bo kirê, hezar lîre ji me teleb dikirin.Em vegerîyan Nisêbînê lê li vê derê jî kirê zêde bûne. Kargehên me hemû hatine xerakirin û eşyayên me hatine dizîn.Mexdûriyeta me li ber çavan e , hewce ji gotinê re nîne.Ceyran û av hatine qutkirin û rê xera bûne.Min karê qehwefiroşiyê dikir.  Berê ez xwedî xanî bûm.Kirêdarên min hebûn.A  niha dikan û malên min hatine xerakirin .A niha ez bûme kirêdar.Em gelekî zêde mexdûr bûn.Xwediyê vî miletî nîn.Tu kes li me xwedî dernayê.Kî bûbe sebeb ku em mexdûr bibin Xweda li ba wan nehêle.”

“Zirara me zêde ye”

Kesê bi navê Abdurrahîm Îzkanoglu jî di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku dikanên wan nêzî 5 mehan girtî man ew mexdûr bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zirara me gelekî zêde ye.Ji xwe nêzî 5 mehan dikanên me girtî man.Ji xwe ev bû salek ku em nikaribûn deynên xwe bidin.Bila kesên rayedar alîkariya me bikin.”

 “Bi gotina nabe, dema ku  tê serê mirov wê demê tê fêmkirin”

Sileyman Cansuyê ku dikandarê  jî ji kesên rayedar alîkarî teleb kir û wiha axivî: “Em nikarin deynên qertên qredî û çekên xwe bidin.Di ser de jî em ketin bin deynan.Em ji dewletê alîkariyê teleb dikin. Bi gotina nabe, dema ku  tê serê mirov wê demê tê fêmkirin.Mala me zirar nedî, lê dikana me zirar dît.Em penaber bûn.Geh em diçûn Batmanê û geh jî Stenbolê.Mala me tune bû em diçûn ba naskirîyên xwe.”

“Bila alîkariya me bikin”     

Dikandarê bi navê Evdirehman jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji zêdetirî 4 mehan dikanên me girtî ne.Êdî rewşê hûn bifikirin.Em li Taxa Kişlayê diman. Dema ku bûyer dest pê kirin em çûn gund.Zirara me gelek e.Dikanên me wêran bûne.Em ji dewletê alîkariyê teleb dikin.”(ÎLKHA)























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.