“Ev biryarên îdamê hiqûqî nînin, siyasî ne”

“Ev biryarên îdamê hiqûqî nînin, siyasî ne”

ENQERE - Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez îdamkirina Motîur Rahman Nîzamiyî ya ku ji rêvebirên Cemaeta Îslamî bû şermezar kir. Gormez wiha got: “Herkes dizane ku têkiliya van biryarên îdamê bi hiqûqê re tune. Ev biryar siyasî ne.”

Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez di meqamê xwe de lijneya Tanzanyayê qebûl kir û diyar kir ev biryara ku di derheqê Motîur Rahman Nîzamiyî de hatiye dayîn biryarekî siyasî ye.

Gormez bêdengiya dinyayê ya li hemeberê vî îdamê de rexne kir. Dûvre Gormez axavtina xwe wiha domand: “Herkes dizane ku têkiliya van biryarên îdamê bi hiqûqê re tune. Ev biryar siyasî ne. Ev rêbazên çewt bes ji bo vî yekê ye ku civakê di bin zextan de bihêlin. Lê di gel vî yekê mixabin bêdengiya dinyayê ya li hemeberê vî îdamê helek xemgîn û xembar e.”

Serokmiftiyê Tanzanyayê Şêx Ebubekîr Zubeyr Mbwana û alimên pê re Gormezê ziyaret kirin. Görmez destnîşan kir ku ji ber vî hevdîtinê ew gelek kêfxweş bûye û her wiha Gormez diyar kir ku dê ziyaretên di nabeyna saziyên her du dewletan de zêdetir bibe.

Gormez belav kir tekoşîna ku Tanzanya li dijî koloniyan dide ji her tiştî girîngtir e. Gorme diyar kir ji ber ku di van salên dawî de qetlîamên ku li welatên Îslamê çêdibin gelek xemgîn û kovandar e. Gormez dûvre di derbarê Îdama Motîur Rahman Nîzamiyî de wiha axivî: “Bi van îdamên ku ji însanên pîr pêk tên bes hewl didin ku civakê bikin bin zepta xwe û zextê daynin li ser civatê. Ev yek jî li dinyayê nayê. Herkes dizane ku têkiliya van biryarên îdamê bi hiqûqê re tune. Ev biryar siyasî ne. . Ev rêbazên çewt bes ji bo vî yekê ye ku civakê di bin zextan de bihêlin. Lê di gel vî yekê mixabin bêdengiya dinyayê ya li hemeberê vî îdamê helek xemgîn û xembar e.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.