Ev bû 54 roj ku li Nisêbînê qedexeya derketina derve berdewam dike

Ev bû 54 roj ku li Nisêbînê qedexeya derketina derve berdewam dike

MÊRDÎN - Qedexeya derketina derve ya ku ji teref Walîtiya Mêrdînê ve ji bona Nisêbînê hatibû îlankirin ev bû 54 roj ku berdewam dike.

Her weke ku tê zanîn berî niha ji bona çal werin girtin û barîkat bên rakirin qedexeya derketina derve li Nisêbînê hatibû îlankirin ku ev qedexe têkete roja 54emîn.

Li navçê hêj li Taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle,Yenîşehîr, Kişla û Zeynel Abîdînê pevçûnên dijwar berdewam dikin.

Di pevçûnên ki di naveyna 54an rojan pêk hat de heta niha 54 polês û esker jiyana xwe ji dest dan û her wiha 335 PKKyî hatin kuştin.Her wiha hat ragihandin di operasyonên ku hatine kirin de heta niha 275 barîkat hatine rakirin û 765 teqemenî jî hatine îmhakirin.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.