“Ev wehşet bi tu hincetê nayê îzahkirin”

“Ev wehşet bi tu hincetê nayê îzahkirin”

DİYARBEKİR - Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê di derbarê bûyera teqîna wesayîta bombebarkirî ya ku tê de kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî da.

Her weke ku tê zanîn doh li Gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê qamyona bombebarkirî înfîlak kiribû û bûbû sedem ku gelek gundî jiyana xwe ji dest bidin.Di derbarê mijarê de ji teref Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ve daxuyaniyek hat dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Em di serî de ji Xweda Teala ji gundiyên me yên ku di vê bûyera dere însanî de jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji kesên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin.Ji kesên ku naskirîyên wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane re  jî sebra cemîl niyaz dikin. Ev wehşeta ku bi vê teqînê hat jiyan, wê xala ku ji ber siyaseta çalan derketiye holê bi şikleke aşkere dide ber çavan.”

“Pêwîst e demildest li van çalakîyên ku zirarê dide mal û canê xelkê dawî bê anîn”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin  pêwîst e zêdetir ev êş li xelkê Kurd neyê jiyandin û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Ev wehşet bi tu hincetê nayê îzahkirin û  her wiha ev tişt bi çi armancî hatibe kirin bila bê kirin di encamê de xelkê Kurd ceza dike û êş û mexdûrîyeta wan zêdetir dike û ji bilî van kêrî tu tiştekî din nayê. Ev rastî ji teref raya giştî ve tê zanîn.Çalakiyên mîna vê yên ku faturaya pêvajoya bêpevçûniyê ji xelkê re dibire  û zirarê dide can û malê xelkê demildest li wan dawî bê anîn û dev ji bi xelkê jiyandina êşên zêdetir bê berdan.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.