Evîndarên Pêxember: Temaşevanbûna ji ev zilm û qirkirinê re ji hemû ummet û însanîyetê re îxanet e

Evîndarên Pêxember: Temaşevanbûna ji ev zilm û qirkirinê re ji hemû ummet û însanîyetê re îxanet e

Weqfa Evîndarên Pêxember ji bona ku meseleya li Xezzeyê neyê jibirîkirin û bila di rojevê de be her hefte daxuyanîya çapemenîyê tertîp dike, Weqf di çapemenîya vê hefteyê de bal kişand bêdengmayîna ji zilmê re.

Weqfa Evîndarên Pêxember li navçeya Rezana Dîyarbekirê li ber Camîya Muhammedîyeyê daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Fatîh Taş ve hat xwendin.

Taş di destpêka daxuyanîyê de ji berxwedan, micahîd û xelkê Xezzeyê re silavê şand.

“Tesfîyekirina vê qewma lenetkirî, bi teybetî wezîfeya ummetê bi giştî jî wezîfeya hemû însanîyetê ye”

Taş di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku divê ji bo jîyanekî biîzzet û birûmet bedêl bê dayîn; di vî warî de Misilmanên Fîlîstînî, Yemenî û hevparên dinê yê berxwedanê îlan kirin ku ew ji micadeleyê re amade ne, “Em zanin ku doza Eqsa û Fîlîstînê ne tenê doza Fîlîstîyan e. Ev doz doza me hemûyan e. Xûşk û birayên em yên Fîlîstînî her roj xwîna xwe dirêjin û wezîfeya xwe bicîhtînin. Wan qatilên sîyonîst ên ku; pitik, zarok, pîrek, îxtîyar û nexweşan şehîd dikin; ji tabloya wehşet a ku derbasî dîrokê bibe re îmzeyê davêjin.”

Taş, “Em qerekter û şexsîyeta wan sîyonîstên ku însanên diçin ji xwe re alîkarîyê distînin dikujin, dikevin nav nexweşxaneyan û nexweşan dikujin, dest û nigên wan girê didin û bi wan îşkenceyan dikin baş zanin. Vê qewma ku dema qewet dikeve destê wî dest bi zilmê dike divê bi lez û bez bê tesfîyekirin, tesfîyekirina wî jî ji bo vê dinyayê elzemekî ye. Ev wezîfe jî bi teybetî li ser milê ummetê, bi giştî jî li ser milê însanîyetê ye.”

“Divê li hember vê talûkeyê bi şiûra ummetê sekinek bê nîşandan, ji bo micadeleyê jî dest bi kar bê kirin”

Taş di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku van sîyonîstan li ser dinyayê şebekeya terorê ya herî mezin e û li vê dinyayê ti hiqûq û biryarekî dadgehê jî qebûl nake, ev tişt jî bi meseleyên dawîn derket holê, ji ber vê yekê Emrîqa, Îngîlîstan û Yekîtîya Ewrupayê digel ewqas sûcan destek didin rejîma îşxalê ew jî hevparê van qetlîam û qirkirinan in.

Taş dûre weha got:

“Wan çeteyên sîyonîst ku li pey sefseteya Erzê Mew’ud in, ji bona armanca xwe van zilm û wehşetên xwe bi tenê Xezzeyê nahêlin, ew li ser axên derveyên Xezzeyê yanê li ser axên Fîlîstînê jî van qetlîam û qirkirinên xwe bikartînin. Înfazên komî, êrîşên ku li dijî hemû sehaya jîyanê têne kirin bûye wek sîstematîkî. Rejîma terorîst ku li welatên dinê yê Îslamê jî êrîşên xwe berfireh dike, nîyet û armanca xwe êdî venaşêre. Êrîşa li dijî Yemenê ku ji teref Emrîqayê û koalîsyona gemar ve tê lidarxistin jî vê hedefê bi zelalî nîşan dide. Divê li hember vê tehdîdê em bi şiûra ummetê li hember bisekinin û micadeleyê bikin, ji bona micadeleyê jî divê em dest bi kar bikin.”

“Ger ku hûn naxwazin ji dîrokê re wek şermê werin nivîsandin bi tevî xelkê xwe bibin yek û li hember sîyonîstan sef bigrin”

Taş di berdewama axavtina xwe de bang li hemû îdarevan û serokên welatên Misilmanan kir ku bila ji van sûcan re bêdeng nemînin. Bila hemû peymanên xwe yên bazirganî û yên dinê qut bikin. Van peymanên wan ên di rewacê de ne jî ne tenê ji doza Fîlîstînê re, ew ji hemû însanîyetê re îxanetekî ye.

Taş diyar kir “Ger ku hûn naxwazin ji dîrokê re wek şermê werin nivîsandin bi tevî xelkê xwe bibin yek û li hember sîyonîstan sef bigrin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.