Evîndarên Pêxember û Şaredarîyê derbarê bernameya Mewlûdê de daxuyanî dan

Evîndarên Pêxember û Şaredarîyê derbarê bernameya Mewlûdê de daxuyanî dan

Weqfa Evîndarên Pêxember destîşan kir ew ji bo bernameya mewlûdê ya ku dê li Diyarbekirê bê tertîpkirin daxwaza hevdîtinê ji şaredarîyê kirine; lê belê ev daxwaza wan çend caran hatiye redkirin.

Weqfa Evîndarên Pêxember ew ê vê yekşemê li Qada Newrozê bernameyeke bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” tertîp bike. Weqfa Evîndarên Pêxember bi daxuyanîya ku belav kir destîşan kir ew ji bo bernameya mewlûdê ya ku dê li Diyarbekirê bê tertîpkirin daxwaza hevdîtinê ji şaredarîyê kirine; lê belê ev daxwaza wan çend caran hatiye redkirin.

Weqf di daxuyanîya xwe ya ku berî niha belav kiribû de destnîşan kiribû ku şaredarî ji bo bernamê wesayît tehsîs nekiriye û di warên pêdivîyên din de jî tiştekî nekiriye. Piştî van daxuyanîyan Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê  destnîşan kir ew “verastkirinên pêwîst kirine.” Ji ber vê daxuyanîya şaredarîyê, Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyanîyeke din a nivîskî belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ew di 2yê Nîsana sala 2019an de 2 caran ji bo bernamê daxwazname dane şaredarîyê û di vî warî de serîlêdana xwe kirine.

 “Bi devkî ji me re hat  gotin ku ew ê telebên me neyên tedarikkirin”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin bersiveke nivîskî ji bo daxwaznameyên wan ên ji bo bernameyê ji teref şaredarîyê ve nehatiye dayîn û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ji bo ku em bersiva daxwaznameyên xwe bistînin çend caran çûn şaredarîyê; lê belê hilbijartin hilcet hatin nîşandan û bersivek ji me re nehat dayîn. Piştî ku serokê nû yê şaredarîya bajêra mezin mazbata xwe stand re ji bo bersiveke fermî ji daxwaznameya me re bê dayîn em 3 caran çûn şaredarîyê. Lê belê daxwaza me ya hevdîtinê her carî hat redkirin. (Em dikarin navê wan kesên ku me di vê pêvajoyê de derbarê mijarê de bi wan re hevdîtin kiriye yek bi yek bijmêrin ku divê de bo me problemek tune ye.) Piştî vê pêvajoyê bersiveke devkî ji me re hat dayîn û hat gotin ku ew ê daxwazên we neyên tedarikkirin. Me ji wan bersiveke fermî ji bo daxwaznmeyên xwe xwest, lê heta 25ê Nîsanê ango heta îro tu bersiv ji me re nehat dayîn. Şaredarî divê di vî warî de xizmetê bide, lê belê nade û dibe ku ji ber vê yekê roja bernamê mexdûrîyet pêk bên ku me jî ji ber vê yekê xwest ku raya giştî derheqê vê mijarê de agahdar bikin û di 24ê Nîsanê de daxuyanîya çapemenîyê li dar xist û helwesta Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir a derbarê bernameya mewlûdê de bi raya giştî re parve kir. Piştî vê daxuyanîya me xelk gelek zêde bertek nîşanî Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir da ku şaredarî ji ber vê yekê meselê ango dîroka serîlêdanê berewajî kir û weke ku me di 24ê Nîsanê de daxwaznameya xwe daye tevgerîya(me daxwaznameya xwe berî vê 22 rojan ango di 2yê Nîsanê de da) û ji ser malpera fermî ya şaredarîyê bi daxuyanîya ku belav kir Lijneya Tertîpkirina Bernameya Mewlûdê sûcdar kir.”

 “Bi daxuyanîyên ku bi aqilan nakevin em hatine sûcdarkirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir bi daxuyanîya ku belav kiriye weke wî kesê ku him dizîyê dike û him jî hewl dide xwe heqdar derîne tevgerîyaye û weqfa wan sûcdar kiriye. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir di daxuyanîya ku belav kiriye îddîa dike ku ew ji bo bernamê temamê hazirîyan kirine. Şaredarî bi vê helwesta xwe hewl daye him em sûcdar bikin û him jî îddîa kiriye ku em di pey hinek hedefên siyasî de ne. Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir bi helwesta xwe raya giştî dixapîne.  Ev rewş û helwesta Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir nayê qebûlkirin. Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir digel ku nimreya me ya telefonê li ser daxwaznameyê hebe jî li me negerîya û bi şikleke nerast bûyerê bi raya giştî re parve dike ku em vê yekê rast nabînin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin piştî vê daxuyanîya şaredarîyê bi niyeteke baş ew wek Lijneya Tetîpkirinê çûne Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir û ji wan teleba hevdîtinê kirine û Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir îro ji seat 14.30î pê ve nivîseke fermî nedaye wan û ji bo sibe randevu daye wan.

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê raya giştî dîsa derbarê vê mijarê de agahdar bikin.

Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir bi daxuyanîya nivîskî ya ku belav kiribûn îddîa kiribû ku ew wek Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekir ji bo bernamê çi tiştên pêwîst hebin tedarik kirine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.