Ew darizandinên ku di heyama 28ê Sibatê de hatin kirin nederbasdar in

Ew darizandinên ku di heyama 28ê Sibatê de hatin kirin nederbasdar in

Sirmayê ku balan kişandi li ser darizandinên di heyama 28ê Sibatê de destnîşan kir di heyama 28ê Sibatê de gelek însan bêsûc û belesebeb hatin avêtin girtîgehê,îşkence li wan hat kirin û ji ber vê yekê divê ew kes ji nû ve bên darizandin.

Dekanê Fakulteya Îlahîyatê yê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirmayê ku balan kişandi li ser darizandinên di heyama 28ê Sibatê de destnîşan kir di heyama 28ê Sibatê de gelek însan bêsûc û belesebeb hatin avêtin girtîgehê,  îşkence li wan hat kirin û ji ber vê yekê divê ji bo wan rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.

“Rojava naxwaze ku Misliman cardin rabin ser piyan”

Sirmayê ku derbarê neheqî û zilma ku di heyama 28ê Sibatê de hatine kirin de ji ÎLKHAyê re axivî di destpêka axavtina xwe de qala radirdûya darbeyan kir û dû re derbarê darbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref FETO ve hat kirin de wiha axaivî: “Rêxistina terorê ya FETO darbeya 15ê Tîrmehê bi wasitaya generalan kir. Ji ber wê yekê nahêlin ku li vî welatî însanên siwîl îdareyên xwe saz bikin. Rojava jî ji wan re alîkarî kir. Rojava naxwaze ku Misliman cardin rabin ser piyan. Ji bo vê yekê jî darbeya leşkerî tê kirin. Ez 20 salan li Ewrûpayê mam; li wê derê darbe çênabe, lê belê ew darbeyên leşkerî tim  û tim li welatên Mislimanan dikin. Hûn geh li Iraqê geh Afxanîstanê û geh jî li Sûrîyê. Li ser me leystikan dileyzin. Sedema vê çi ye? Sedema vê yekê cehaleta Mislimanan e. Misliman dibêjin em Misliman in, lê belê ne Qur’anê ne jî sunnetê dizanin. Dema ku wisa jî dibe li ber ba dikevin û diçin.”

 “Ew darizandinên ku di heyama 28ê Sibatê de hatin kirin nederbasdar in divê hisabê vê bê pirsîn”

Sirma di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya 28ê Sibatê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wê heyama leşkerî de însanan îdam kirin. Li gor serê xwe darizandinek sepandin. Ji ber wê yekê ew darizandinên ku di heyama 28ê Sibatê de derbasdar nînin. Divê ji nû ve darizandin bên kirin. Ew ê Kenan Evran hatibana darizandin, lê mir û çû. Ji ber wê yekê divê ew însanên ku bêsûc û belesebeb hatine avêtin ji nû ve darizandin; naxwe ew ê ev yek cinayeta hiqûqê ye. Gelek însan mexdûr bûn. Elbet divê hisabê vê yekê bê pirsîn.”

“Bira bi bira re, bav  bi law re xeber nade. Sedema vê yekê Fethullah Gulen e”

Sirmayê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir FETO darbeyek li Mislimanan da ku bi qernan darbeyeke wisa li Mislimanan nehatibû dayîn. Sirma dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew adîyê ku jê re tê ku Fethullah darbeyeke wisa lê da ku temamê însanan ji hev re kir dijmin. Bira bi bira re, bav  bi law re xeber nade. Sedema vê yekê Fethullah Gulen e. Ew kesên ku digel temamê hişyarîyan bi Fethullah Gulen re ne jî xwedîyê heman sûc û gunehî ne.  Li vî memleketî kesê ku ewil ji darbe xwsriye ez im. Ji ber ku min rexne li FETO kir sal û nîv ceza dan min; vê cezayê jî belesebeb û bi şiklele neheq dan min. Em gelek însanan dizanin ku ketine kemînên wan û wan zewicandine û tiştine din bi wan dane kirin.”

Sirma di dawîya axavtina xwe de derbarê rewşa Mislimanan de axivî û diyar kir “Mislimanan divê demildest vegerin Qur’an û sunnetê. Divê dijminên xwe tespît bikin û  ji hev re bibin bira. Çima em bi Amerîka û Almanan re bibin dost. Divê em bi birayên xwe re bibin yek, naxwe ew ê koka me biqelînin.”

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.