Ew daxuyanîyên cuda yên ku Amerîka dide nîşaneya tevlîbûna serê wan e

Ew daxuyanîyên cuda yên ku Amerîka dide nîşaneya tevlîbûna serê wan e

Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarm daxuyanîyên rayedarên Amerîkayê yên li ser sînor damezrandina arteşeke ki yekîneyên YPGê de diyar kir “Ew daxuyanîyên cuda yên ku Amerîka dide nîşaneya tevlîbûna serê wan e.”

Serokwezîr Bînalî Yildrim beşdarî Civîna Midûrên Ewlehîya Bajêran a ku li Serokatîya Daîreya KOMê hat tertîpkirin  bû û derbarê daxuyanîyên Amerîka ya li ser sînorê damezrandina arteşeke ji yekîneyên YPGê de nirxandin kir.

Yildirim di  axavtina xwe ya ku di civînê kir de diyar kir ji rêveberîya Amerîka ev 3 roj e ku daxuyanîyên ku hev dû tekzîb dike tên dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rojekî tê gotin ew ê arteşa ewlehîya sînorê bê damezrandin û dû re jî tê gotin tiştekî wisa nîne û me ne gotiye. Ew daxuyanîyên cuda yên ku Amerîka dide nîşaneya tevlîbûna serê wan e. Helwesta me derbarê vê mijarê de teqez û eşkere ye. Ne mimkûn e em li ber sînora me ji damezrandina arteşeke terorê destûrê bidin. Ew ê li gor hiqûqa navneteweyî temamê tedbîran bê standin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.