Ew Ê Îdarevanên Jîtemê Bên Mehkemekirin

Ew Ê Îdarevanên Jîtemê Bên Mehkemekirin

Di heqê 9 kesên JITEMê yên ku tê îddîakirin di navbera 1992 û 1996an de li Qosera Mêrdînê 22 kes kuştinê de doz hat vekirin.

Lêpirsîna di heqê cînayetên failên wan meçhûl ên ku di salên 90î de li Qosera Mêrdînê hatine rastkirin de hat temamkirin.

Berî niha bi kolandinan cesedên 22 kesên han hatibûn dîtin. Bi îddîa ku evan 22 kes kuştine di heqê 9 kesên ku 4ê wan esker û 5ê wan jî qorîcî ne de, îddîaname hat hazirkirin. Îddîanameya ku Sersewcîtiya Qoserê hazir kiriye, ji aliyê Mehkema Cezayê Giran a 2an a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.

Di îddîanameyê de ji bo 9 gumanbarên ku di nav wan de qomandarê wê dewrê yê Cendermeyê yê bajarê Diyarbekirê albay Eşref Hatipoğlu, alîkarê qomandarê wê dewrê yê Cendermeya Qoserê Hasan Atîlla Uğur, qomandarê qomandoyê yê cendermeyê Ahmet Boncûk jî hene, ji ber sûcên avakirina orguta terorê, endambûna orguta terorê û bi plan kuştina însanan ceza tê xwestin.

Di îddîanameyê de tê gotin ku qomandar albay Eşref Hatipoğlu, alîkarê qomandar Hasan Atîlla Ûğûr û qomandarê qomandoyê Ahmet Boncûk îdarevanên JÎTEMê yên Qoser û Diyarbekirê bûne.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler