Ew ê li Kurdistana Başûr “Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed”bê tertîpkirin

Ew ê li Kurdistana Başûr “Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed”bê tertîpkirin

Ew ê ji teref Rêkxwarwî Kutabîyanî Kurdistan ve li Kurdistana Başûrçaremîn car ““Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed”bê tertîpkirin.

Hat ragihandin ew ê ji teref Rêkxwarwî Kutabîyanî Kurdistan(Organîzasyona Xwendekarên Kurdistanê) ve li Salona Çandê ya Silêmanîya Kurdistana Başûr  çaremîn car “Bernameya Naskirin û Hezkirina Hz. Muhammed” bê tertîpkirin.

Serokê Giştî yê Rêkxwarwî Kutabîyanî Kurdistan(Organîzasyona Xwendekarên Kurdistanê) Doktor Bestûn Hama Salih  derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da. Salih di daxuyanîya ku da de destnîşan kir; armanca wan a tertîpkirina bernamê ji bo Hz. Muhammed bê naskirin û hezkirin.

Salih di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi çand û berhemên Îslamî Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser bin) didin naskirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek Organîzasyona Xwendekarên Kurdistanê ji bo Pêxemberê me bê naskirin û hezkirin bername tertîp dikin. Em bi çand û berhemên Îslamî Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser bin) didin naskirin. Me hûnermendan vexwan bernamê. Ew ê ji Kurdistana Tirkîyê ji bajarê Diyarbekirê komek, ji Sineya Kurdistana Îranê 2 kom û ji Kurdistana Iraqê jî komek beşdarî bernameya me bibe. Ew ê bername roja înê di seat 15.00an de dest pê bike û dê 2 seatan berdewam bike.”

Salih di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê texmîn dikin ku xelk teweccûheke baş nîşanî bernameya wan bidin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lewra xelk bi kelecaneke mezin li benda bernamê ye. Ji bo Pêxemberê me bê naskirin û bê hezkirin ev bû 4 sal ku em vê bernamê tertîp dikin.  Em bi vê bernamê du tiştan armanc dikin. Yek  li xalekî komkirina Mislimanên 4 parçeyên Kurdistanê. Ya duduwan jî em hewl didin hûnermendên îlahîyan ên 4 parçeyên Kurdistanê bînin ba hev û em dîsa hewl didin nîşanî dinyayê bidin ku Kurd girêdayê Pêxemberê xwe ne. Em bernameyên wisa tertîp dikin da ku em nîşan bidin ku em birayê Pêxemberê xwe ne û em li Îslamê xwedî derdikevin. Ji bo xort hişyar bibin em mecbûr in ku bernameyên wisa tertîp bikin. Xortên me dîroka bernamê dipirsin. Ez texmîn dikim ku ew ê xortên me salona bernamê dagirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler