Ew qerara kustax a şaredarîya HDPyî ne ya qebûlkirinê ye

Ew qerara kustax a şaredarîya HDPyî ne ya qebûlkirinê ye

Sekreterê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê derbarê guhartina navê kolana ku navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê Hz. Muhammed lê hatibû dayîn û bi navê hukumxarê PKKyî hat dayîn de destnîşan kir: “Ew qerara kustax a şaredarîya HDPyî ne ya qebûlkirinê ye."

Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê îmze avêt bin qerareke din sosret. Şaredarîyê qerar da ku navê kolana ku  navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê  Hz. Muhammed lê hatibû dayîn bi navê Dr. Îlhan Dîkenê hukumxarê PKKyî yê mirî re bê  guhartin.

Ji vê qerara ku hat dayîn û hat tetbîqkirin re raya giştî bertekên tund nîşan dabû ku ji ber vê yekê  Walîtîya Diyarbekirê derbarê mijarê de destnîşan kiribûn “Ev qerara li dijî hukmên mewzûatê ye” qerara xwe ji teref şaredarîyê ve hatibû dayîn red kiribû.

Lê belê digel qerara walîtîyê û bertekên ku hatin nîşandan, Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê nîvê şevê weke ku di ser cihekî de bigire qerara xwe ya bêedeb û kustax xist dewrê û navê kolana ku navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê  Hz. Muhammed lê hatibû dayîn bi navê Dr. Îlhan Dîkenê hukumxarê PKKyîyê mirî re guhart.

“Şaredarîya ji dêla ku fealîyetên îdeolojîk bike divê xebatên li gorî bawerîya xelkê bike”

Muhammed Ozerê ku Sekreterê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê ye ji ber vê guhartina ku hat kirin ji şaredarîyê re bertek nîşan da û diyar kir; şaredarîya ji dêla ku fealîyetên îdeolojîk bike divê xebatên li gorî bawerîya xelkê bike. Ozer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Navê kolana ku navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê  Hz. Muhammed lê hatibû dayîn bi navê Dr. Îlhan Dîkenê hukumxarê PKKyîyê mirî re hat guhartin ku ev guhartina ku ji teref şaredarîya HDPyî ve hat kirin ne ya qebûlkirinê ye. Şaredarî cihê ji xelkê xizmetkirinê ne. Şaredarîya ji dêla ku fealîyetên îdeolojîk bike divê xebatên li gorî bawerîya xelkê bike.”

 “Ji ber guherîna ku hatiye kirin pirsa ‘Gelo şaredarî ji Îslam û Sehabîyan re dijmintîyê dike?’ tê bîra mirov”

Ozer di berdewama daxuyanîya xwe de qerara xerakirina 4 camîyan a ji teref Meclîsa Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê di bîran xist û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî vê çend rojan Şaredarîya Bajêra Mezin qerara xerakirina 4 camîyan da û doh jî dîsa ji teref şaredarîyê ve li Sûrê biryar hat dayîn ku navê kolana ku navê Îyaz bîn Xanemê sahabîyê  Hz. Muhammed lê hatibû dayîn  bê guhartin. Ji ber van tiştên ku tên kirin pirsa ‘Gelo şaredarî ji Îslam û Sehabîyan re dijmintîyê dike?’ tê bîra mirov.”

Ozer di dawîya axavtina xwe de dijmintîyên HDP a Îslamê re di bîran xist û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Berî niha ji teref şaredarîyên HDPyî ve jI Hz. Muhammed(s.x.l) re, ji hîcaba ku şîarê Îslameyê re, ji Hz. Aîşe re dijmintî hatibû kirin û heqaret li şîarên Îslamê re hatibû kirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler