“Ew şiddeta li pîrekeke ku muallîma Qur’anê ye re hatiye kirin qetiyen nayê qebûlkirin"

“Ew şiddeta li pîrekeke ku muallîma Qur’anê ye re hatiye kirin qetiyen nayê qebûlkirin"

Navenda Giştî yê Cemiyeta Mustezafan derbarê Ayşan Orakçiya ku ji ber dersa Qur’anê daye jê re cezaya hepsê hatiye dayîn û berî vê du rojan ji teref polêsan ve deriyê mala wê hat şikandinû heqaret lê hat kirin de daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin Ayşan Orakçi bi helwesteke ku li derveyî sînorên însanetiyê dimîne hatiye girtin,  divê ji kesên berpirsiyar hisab bê pirsîn û ji bo ku cardin hewadîsên mîna vê dubare nekin nexasim dosyayên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ji nû ve ji ber çavan bên derbaskirin.

Di berdewama daxuyaniya ku tê de hat gotin “Ew bûyera ku di 20ê Mijdarê de qewimî dê wek wesîqaya îbretê bê vegotin” cih hat dayîn van gotinan:

 “Ew bîranînên bi êş û elem ên salên 90î cardin hat bîran”

“Ew bûyeran elemnak a ku di 20ê Mijdarê de  li Diyarbekirê qewimî, cardin wan bîranînên bi êş û elem anî bîran.Xuşka me Ayşe Orakçiya mudawîma Qur’anê ya ku ji ber ku dersa Qur’anê dabû jê re ceza hat dayîn digel bi dehan polêsan deriyê mala wê hat şikandin û hat ketin mala wê. Polêsên ku di wextekî ku zilamê Ayşe Orakçi ne li malê bû de di ser malê de girtin û muameleya “qatilê har” lê kirin nehiştin ku qîzên xuşka me Ayşan Orakçi serê xwe binuximînin û di ser de jî heqaretan li wan kirin.

“Ew kesên ku hewil didin weke ku bawer dikin bijîn tên cezakirin”

Ev bûyera ku di sala 2017an de pêk hatiye nîşanî me dide ku di rastiyê de şert û mercên îro û rabirdûyê di warê musbetbûnê de neguherînen, hêj wek hev in û astengiyên li ber baweriya însanan nehatine rakirin û bereksê van yekan ew kesên ku hewil didin weke ku bawer dikin bijîn bi şikleke herî zêde giran tên cezakirin.

 “Ew şiddeta li pîrekeke ku muallîma Qur’anê ye re hatiye kirin qetiyen ne ya qebûlkirinê ye”

 Ew şiddeta li pîrekeke ku muallîma Qur’anê ye, astengdar e û him jî dayikeke re hatiye kirin qetiyen ne ya qebûlkirinê ye. Em vê bûuera muessif şermezar dikin û berpirsiyarên wê jî haweleyî Xwedê dikin.

“Di wijdana raya giştî de tesîreke neyînî hişt”

Ev bûyera ku tu ferqa wê ji yên 28ê Sibatê tune ye, di wijdana raya giştî de tesîreke neyînî hişt. Hêj ew mexdûriyeta ku bi destên daraza FETOû 28ê Sibatê ve hatine kirin nehatine çareserkirin û di ser de jî bûyereke wisa diqewime ku ev yek nayê fêmkirin.”

“Divê berpirsiyarên vê bûyerê bên dîtin û hisabê vê yekê demildest ji wan bê pirsîn”

Çawa ku ev bûyera ku di 20ê Mijdara 2017an de li Diyarbekirê rû daye di wan rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girtibe dê heta heta jî neyê jibîrkirin. Ew bûyera ku di 20ê Mijdarê de qewimî dê wek wesîqaya îbretê bê vegotin. Divê berpirsiyarên vê bûyerê bên dîtin û hisabê vê yekê demildest ji wan bê pirsîn .Ew kesên ku îro vî welatî îdare dikin  hisaba pîrekeke bes ji ber ku dersa Qur’anê daye hatiye derdestkirin dê ne îro ne di dahatûyê de û ne jî di uqbayê de nikaribin  bidin.

“Divê ji qerîna mexdûrên 28ê Sibatê û daraza FETO re guh bê dayîn”

Ji bo ku cardin hewadîsên mîna vê dubare nekin nexasim dosyayên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ji nû ve ji ber çavan bên derbaskirin. Di vê bergehê de divê ji qerîna mexdûrên 28ê Sibatê û daraza FETO re guh bê dayîn.(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.