Ew zarokên ku li Hatayê ji malbata xwe hatine standin divê ji malbatê re bên teslîmkirin

Ew zarokên ku li Hatayê ji malbata xwe hatine standin divê ji malbatê re bên teslîmkirin

Ji teref Serokatîya Malbat û Jinan ve hat destnîşankirin, ew 5 zarokên ku li Hatayê bi hinceta tedbîra perwerdehîyêhatine desteserkirin divê ji malbata xwe re bên teslîmkirin.

5 zarokên dê û bavê ku li Taxa Kizlarçayiya Erzîna Hatayê dijîn berî vê 2 mehan bi zorê ji teref cendirmeyan ve ji wan hatin standin. Dê û bavê dil bi kul û êş destnîşan kirin ji ber vê meseleya ku pêk hatiye psîkolojîya zarokên wan xera bûye.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  ji ber şikayeta  Midûrtîya Navendî ya Xizmetên Civakî ya Dortyolê  ji teref Mehkemeya Hiqûqê ya Eslîyê  ya Yekemîn a Erzînê ve qerar hat dayîn ku 5 zarokên malbata Algul bi hinceta tedbîra perwerdehîyê ji wan bên standin. Ji ber qerara ku hat dayîn cendirmeyan berî vê 2 mehan di ser mala malbatê de girtin 5 zarokên malbatê ji wan standin û ew birin  Sazîya Parastina Zarokan.

Ji ber vê bûyera ku pêk hat ji teref Serokatîya Malbat û Jinan ve daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew 5 zarokên ku berî 2 mehan ji malbatên wan bi zorê ji teref cendirmeyan ve hatin girtin ji malbata wan tên veşartin û dû re wiha li daxuyanîyê  hat zêdekirin:: “ Derket holê ku 5 zarokên dê û bavên bi navê Sumeyra û Alî Algul bi hinceta ku ‘zarokên xwe neşandine mektebê’ ji wan hatine girtin. Derbarê mijarê de ji teref parêzerê malbatê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de parêzer destnîşan kir, 5 zarok berî vê 2 mehan ji teref cendirmeyan ve ji dê û bavê xwe hatine standin û heta demekê ji dê û bavê xwe hatine veşartin.  Hat diyarkirin ji 5 zarokên ku hatine desteserkirin 2 zarok hêj ne di emrê mektebê de ne.”

“Zarokên ku hêj neketine emrê xwendinê li gorî raporta kesekî qaşo pîspor e ji malbata xwe tên girtin ku ev yek him ne însanî û him jî ne exlaqî ye”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ev bûyera ku pêk hatiye û muameleya ku hatiye kirin ne însanî û exlaqî ye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Zarokên ku hêj neketine emrê xwendinê li gorî raporta kesekî qaşo pîspor e ji malbata xwe tên girtin ku ev yek him ne însanî û him jî ne exlaqî ye.  Dema ku zarok ji dê û bavê xwe hatine girtin psîkolojîya malbat û zarokan li ber çavan nehatiye girtin û weke ku bes çare girtina zarokan a ji malbata wan e hatiye hereketkirin ku ev yek jî zinhîyeta nebaş û xelet nîşan dide.”

 “Ev mudaxeleyên wisa yên ku tên kirin li hember sazîya malbatê ya ku binge ha civakê ye vekirine herbê ye”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi vê mudaxeleya ku hatiye kirin malbat hatiye parçekirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “  Heta ku heqê kesekî/ê neyê xwarin  li gorî nêrînên şexsî mudaxele nikare li malbatekê bê kirin ku kirina mudaxeleya bi vî awayî malbatê parçe dike. Malbateke van zarokan heye. Niha ev malbat hatiye parçekirin. Divê ji wan rayedaran bê pirsîn; gelo bi vê mudaxeleya ku hat kirin rewş baştir bû? Ev mudaxeleyên wisa yên ku tên kirin li hember sazîya malbatê ya ku binge ha civakê ye vekirine herbê ye. Bi vê mudaxeleya ku hatiye kirin him zarok û him jî dê û bavên wan bi şikleke tund hatine cezakirin.”

 “Lîstina bi kodên malbata ku bingeha civakê ye ew zirarê dide bingeha civakê”

Di dawîya daxuyanîyê de bang hat kirin ku dawî li vê xeletîya ku hatiye kirin bê anîn û dû re wiha  dawî li daxuyanîyê hat anîn: “Lîstina bi kodên malbata ku bingeha civakê ye ew zirarê dide bingeha civakê. Perwerdehîya herî baş; li rêyên îqna û vegotinê serîlêdan e û bi vî awayî li ber însanan danîna tercîhan e. Bi polês,leşker, hakim û dozgeran û bi zext û zordarîyê kirine hereketê dê bibe sedema netîceyên neyînî.  Sermîyanê malbatê ji bo zarokên xwe ji dorhêla xirab û pîs muhafeze bike tercîh kiriye ku wanan bişîne sazîyeke din a perweredehîyê ku ev yek ne sûc e; hesasîyeta bavîtîyê ye.  Tiştê ku divê bê kirin ne parçekirina malbatê, qanêkirina  malbatê ye.  Bêyî ku xeber bê dayîn, îfade bê girtin  weke ku tiştek bê dizîn û bêyî qerara mehkemê desteserkirina zarokan ne edalet e. Divê dawî li vê xelatîya ku hatiye kirin bê anîn û divê ew zarokên ku li Hatayê hatine desteserkirin divê ji malbata xwe re bên teslîmkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler