Exlebeyê welatîyan ji tunebûna hizûrê gilîdar in

Exlebeyê welatîyan ji tunebûna hizûrê gilîdar in

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Îsa Aydinê ku li Şîrwana Sêrtê dikandaran ziyaret kir destnîşan kir welatî ji tunebûna hizûrê gilîdar in.

Îsa Aydinê Endamê GÎKê yê HUDA PARê û heyeta pê re digel hev çûn Şîrvana navçeya Sêrtê û esnafan ziyaretan kirin. Piştî zîyaretên ku hatin kirin re Îsa Aydinê Endamê GÎKê derbarê gazin û gilîyên dikandaran de daxuyanî da. Aydin di daxuyanîya ku da e destnîşan kir exlebeyê welatîyan ji tunebûna hizûrê gilîdar in.

Aydin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew dikandarên li navçê ziyaret kirine û gazin û gilîyên wan guhdar kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me xwest gazin û gilîyên dikandarên navçê ji wan bi xwe guhdar bikin. Exlebeyê dikandarên me ji tunebûna hizûrê gilîdar in. Welatî bi tesîskirina hizûrê ji rîspî û rayedaran daxwazan dikin.”

 “Em wek HUDA PARê derd û kulên însanên xwe guhdar dikin”

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek problemên navçê hene ku li benda çareserkirinê ne û dû re wiha got: “ Welatî diyar kirin rayedar di warê çareserkirina probleman de gavên pêwîst navêjin. Her wisa diyar kirin ji ber problemeke gundîyan a ku berî niha li navçê rû dabû gundî êdî nema tên navçê û bi pêdivîyên xwe diçin Sêrtê bi xwe. Ev yek jî bo xelkê navçê problemeke mezin e. Guhdarkirin û çareserkirina îxtîlafan wek HUDA PARê barê li ser milên me ye.”

 “Bila rayedar û rîspî wezîfeya ku dikeve li ser milên wan bi cî bînin”

Aydin di dawîya axavtina xwe de diyar kir bang li rayedar û rîspîyên navçê kir da ku probleman çareser bikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hizûr bo me tevan pêdivîye. Ger li herêmekê hizûr tunebe li wê derê ne ticaret dikare bê kirin ne jî dikare perwerdehî li wê derê bê dayîn. Ji ber vê sedemê divê em wezîfeyên xwe bi cî bînin. Bi vê wesîlê bang li rayedar û rîspîyan dikim  da ku wezîfeya ku dikeve li ser milên wan bi cî bînin. Ez rica dikim werin em bo hizûra vê navçê hewil bidin. Ez bawer dikim ger hewil bê dayîn ew ê hizûr li vê derê berdewam dikin.”

ÎLKHA





















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler