Dusaid Mollazade

Dusaid Mollazade

Ey Birayê Misilmanên Tirk

Bismillah Bi Navê Xweda…

Ji hev qetandin û perçe bûn zilm e, kuştin e...!

Mînak;

Gellê Kurd îro ji hev qetiyan e û perçe perçe bûne.

Ji ber vê yekê îro zilmê dibînin û tên kuştin.

Naxwe birayekî me yê Tirk dema bêje çi lazim e beyreqek din, eman em ji hev neqetin, dewleta me perçe nekin... hingî lazim e em bêjin û bi bîra wî bînin;

Âla Tirkan heye, ya hemi qewm û gellan heye, hetta âla kargeh û şîrketan jî heye… gelo çima bila âla Kurdan nebe?

Âl û Ziman 'elametên hebûnê ne.

Tu dibêje çi lazime beyreqeke din, wusa dîyar e tu ji hebûna Kurdan 'acizî! An ku tu qebûl nekî li gor Dînê Îslamê ev kûfre(inkar û veşartine) û biratiya min û te betal dike.

Tu dibêje em ji hev neqetin û perçe nebin..!

Îro min li ser rûpela te ya Facebookê dît, te gotiye;

"2 yuzlu olmayalim 2. bayrakla 2. Dil le ugrasmayalim bolun meyelim birlik olalim"

Yanî tu dibêje; "bila em dirû nebin, bi âla duwem û zimanê duwem mijûl nebin, em bibin yek û perçe nebin."

Gelo kî dirû ye?

Kî yekîtî bela kiriye?

Û ên perçe perçe kirî kî ne?

Pirsa pêşi ezê bihêlim li paşî...

Li gor pirsa paşî di vê dinyayê de ti milletek mîna Kurdan perçe kirî û ji hevketî nîne! Sedem vê ji hevketin û perçe bûyînê ên bi sedan sala kuştin û komkuştin dîtine Kurd in.

Rast e ku dewletên kafir û emperyal ev dolab û lîstik, ev sînor û bistik li serê Misilmanan de gerandine. Belê rewş îro dagirkerên 'erd û çand û hebûna Kurdan, Misilman in! Û mixabin ên ku vê rewşê diparêzin jî Misilman in.

Bo pirsa duwem ên ku yekîtî bela kiriye û Misilman ber bi vê rewşê ve anîye  di serekdarîya Kemal Ataturk'de Tirk in.

Li gor em dizanin Misilmanan di gel hemu qelsî û perîşaniya xwe hem alîkarîya leşkerî hem jî alîkarîya malî bo Şerê Rizgarkirinê ji Tirkan kêm nekirine.

Ji Îndonesya bigre heta Efxanîstan, ji Fasê bigre heta 'Erebîstan gellên misilman hemiyan, zêdeyî heddê xwe alîkarî bi Tirkan re kirine.

Belê di serekdarîya Ataturk de xiyanet bi hemî misilmanan hatiye kirin.

Tevlî vê xîyanet û firotinê hukm û ehkamê îslamê, remz û nîşanên misilmanan ên ku qedexe kirine û qelandine dîsa di serekdarîya Ataturk'de Tirk in.

Misilmanên Tirk dê bêjin heyran em serekdarîya Ataturk na pejirînin. Bo vê yekê ez jî bersiva serî li paş dixim û dibêjim;

Ên ku van sînoran dihebînin û pîroz dibînin, ên ku ji bilî zimanê Tirkî jîyanê ji ti zimanan re qebûl nakin, ên ku ji kûştî yê dewlet û sîstema Kemalist re "şehîd" dibêjin hûn in!

Naxwe dirû jî hûn in!

Eger hûn bibêjin xwe Misilman belê em birayê hev in. Bo vê yekê lazim e hûn heq û mafê biratiyê ne cûn û ne 'eciqîn in.

Wekî ku Resulê Ekrem gotiye;

"Tu ji xwe re çi dixwazi lazim e ji birayê xwe yê Misilman re jî bixwazi... An na tu nabî ji Misilmanan."

Beyreqa Tirkan heye, ya hemû gel û milletan heye, hetta beyreqa kargeh û şîrketan jî heye... naxwe âl û beyreqa Kurdan jî qebûl bike û bi parêze birayê min ê misilman!

Zimanê Tirkî fermî ye, zimanê İngilîsî û 'Usmanî mecbûrî ye, zimanê Farisî û 'Erebî û Firansî erênî ye... 25 milyon Kurdên Misilman li vî welati dijîn çima zimanê Kurdî ji zimanên bijartî ye? Madem ez û tu bira ne qebûl bike zimanê Kurdî bi fermî ye..!

Peyva kûrt ev e, ger tu Misilman bî ne tenê bi dev Misilman be, zilmê li birayê xwe neke…

Ger tu li ser vê zilmê bi israr bî naxwe nebêje ez Misilmanim û xwe nexapîne..!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.