Ey Trump! Bi dûvê şêr nelîze, ew ê tu poşmam bibî
Serokomarê Îranê Rûhanî di şibandina ku kir de wisa bang li Serokê Amerîka Trump kir: “Ey Trump! Bi dûvê şêr nelîze, ew ê tu poşmam bibî.”
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanîyê ku di niştina temsîlkarên Îranê yên li derveyî welêt de axavtinek kir derbarê pêwendîya di navbera Îran û Amerîka de nirxandinan kir û destnîşan kir “Îro bi Amerîka re gotûbêj kirin tê wateya teslîmbûna milletê Îran û bi dawî bûna bidestxistîyan.”
Rûhanî di berdewama axavtina xwe de bo Trump wisa got: “ Em zilamê şerefê ne û di temamê dîrokê de bûne ewlehîkarê tengava li heremê ne. Ey Trump! Bi dûvê şêr nelîze, ew ê tu poşmam bibî.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.