Ez bi lawê xwe yê ku ji doza Îslamî hatiye girtin serbilind im

Ez bi lawê xwe yê ku ji doza Îslamî hatiye girtin serbilind im

Heyetek ji Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê malbata Abdullatîf Pamukê ku bi kumpasan di girîtgehê de tê girtin ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir.

Di salên 90î de Mislimanên xwedî xîret, li dijî zilma ku ji teref JÎTEM, FETO û PKKê ve li xelkê dihat kirin qebûl nekirin û ji ber vê yekê bi kumpas û komployan hatin girtin û ev bi salan in ku bêsûc û bêseb di girtîgehê de tên girtin.

Ji van Yûsufîyên ku bêsûc û bêsebeb hat girin yek jî Abdullatîf Pamuk e. Heyetek ji Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê malbata Abdullatîf Pamukê ku bi kumpasan di girîtgehê de tê girtin ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir.

Di dema ziyaretê de Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Musab Arasan destnîşan kir, ew kesên ku ji doza Îslamî hatine girtin tên piştguhkirin ku em ê her tim bibin dengê wan û em hêvî dikin ku ew jî bên xistin bergeha pêşnûmaya efûyê.

Di dema ziyareta ku hat kirin de Elî Pamukê ku bavê Abdullatîf Pamukî ye destnîşan kir ne bes lawê wî, hemû kesên ku digotin ‘Ez Misliman im’ li rasta zehmetîyan hatin.

“Ez bi lawê xwe yê ku ji doza Îslamî hatiye girtin serbilind im”

Bav Elî di axavtina xwe ya ku derbarê mijarê kir de diyar kir ew bi lawê xwe yê ku ji doza Îslamî hatiye girtin serbilind e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Ji Xweda re şikir, em ne poşîman in. Ew bo Îslamê ketine heps û zindanan. Vaye bû 19 salên wî. Kesên ku 27 salan di girtîgehê de ne jî hene. Baş e, gelo sedema vê yekê çi ye? Hikûmet sedema vê yekê ji me re nabêje. Ez ji Serokomar Erdogan re dibêjim; em nizanin çi sûcê wî heye. Ew avêtin  hepsê, îşkence lê kirin, hinek kesên mîna wî di îşkenceyan de hatin kuştin. Nedihiştin li van deran tu kes nimêja xwe eda bike. Me gelek zehmetî dît. Ne tenê lawê min, gelek kesên mîna lawê min gelek zêde zehmetî dîtin. Ez û xanima min em nexweş in. Em nikarin biçin dîtina lawê xwe. Ji Diyarbekirê şandin Mêrdînê û ji wê derê jî şandin Mûş, Êlih, Sêrt û Tokatê û dû re cardin şandin vê derê. Lawê min li vê derê ye, lê ji ber ku em nexweş in, em nikarin dîtina wî.”

 “Ew hakim û dozgerên ku wanan mahkûm kirin îro di hepsê de ne”

Bav Elî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ser zewaca lawê wî salek derbas bûbû ku ew girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tam 11 rojan polêsan di mala min de konê xwe danîn û mala min ji xwe re kirin qereqol. Zarokên me ji teref FETO ve hatin mexdûrkirin. Ez dizanim ku ev yek bi destê FETO hatiye girtin. Ew hakim û dozgerên ku wanan mahkûm kirin îro di hepsê de ne. Ger ew kesên ku ceza dan wan di hepsê de bin, wê demê divê lawê min jî di nav de ew kesên ku ji teref van hakim û dozgeran ve bêsûc û bêsebe hatin mahkûmkirin  bên berdan.”

“Xweda heqê me li ba wan nehêle”

Nazîme Pamuka dêya Abdullatîf Pamûkî ye derbarê lawê xwe diyar kir, lawê wê bêsûc û bêsebeb di girtîgehê de tê girtin ku ew dixwaze berî ku bimire cardin lawê xwe bi çavên xwe bibîne. Dê, derd û kulê xwe wiha anî zimên: “ Lawê min ji ber ku di rêya Xwedê de ye di hepsê de ye. Em dixwazin ku lawên me berdin. Çima wayên din berdidin û yên me berandin? Dengê me diçe wan. Hemd ji Xweda re ku lawê me di rêya Wî de ye. Em ji lawê xwe bawer dikin. Êvaran me nikarin razin, gelek zêde zehmetîyê dikşînin. Ez li hatina lawê xwe hesret mame. Xweda heqê me li ba wan nehêle. Bila lawê min derkeve, em hevdû bibînin. Em ji Xweda vê yekê dixwazin. Min re nexweşîyên curcebur hene. Digel ku lawê min li Diyarbekirê be jî vaye bû 3-4 meh ku ez nikarim biçim dîtina wî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler