“Ez dixwazim ku Demîrtaş were darizandin”

“Ez dixwazim ku Demîrtaş were darizandin”

DİYARBEKİR - Mexdûrên 6-7ê Cotmehê rakirina desnedayîniyê nirxandin û wan wek mexdûr destnîşan kirin ku dixwazin Selahattîn Demîrtaşê ku gel di 6-7ê Cotmeha 2014an de gel kişandibû nav kolan û kûçeyan were darizandin.

Mexdûrên 6-7ê Cotmehê rakirina desnedayîniyê nirxandin û wan wek mexdûr destnîşan kirin ku ew dixwazin Selahattîn Demîrtaşê ku gel di 6-7ê Cotmeha 2014an de gel kişandibû nav kolan û kûçeyan were darizandin.

Wekê ku tê zanîn doh rakirina destnedayîniya parlementeran di meclîsî de bi dengdayîna 376 parlementaran hat rakirin. Mexdûrên 6-7ê Cotmehê rakirina desnedayîniyê nirxandin û wan wek mexdûr destnîşan kirin ku pêwîst e ku Selahatttîn Demîrtaş were darizandin.

 “Di wî dewrê de kesên ku destnedayîniya wan tunebû jî nehatin darizandin”

Hatîce Boruya dayîka Yasîn Boruyê ku di 6-7ê Cotmeha 2014an de dema ku goştê qurbanê belav dikir ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin di derbarê rakirina desnedayîniya parlementeran de axivî. Wê destnîşan kir pêwîst bû ku berê ev destnedayînî bihatiba rakirin.

Hatîce Boru wiha axivî: “Ev yek ji bo me geşedanekî mezin e. Lê dereng ev yek hat qebûlkirin. Dema ku wan vî wehşetê kirin diviyabû ku wê çaxê ev destnedayînî bihatiba rakirin. Di wî dewrê de kesên ku destnedayîniya wan tunebû jî nehatin darizandin. Me çendîn caran hikûmetê di vî mijarê de îqaz kir. Çima kesên ku destnedayîna wan tunebû wan nebirin mehkemê û ew nehatin darizandin? Dewlet di derbarê vî yekê de pêşgirî negirt. Wan nebir mehkemê û wan nedarizand.”

Hatîce Xanim bal kişand ku dewlet di derbarê dîndaran de hesas nebû. Dûvre Hatîce Xanim axavtina xwe wiha domand: “PKK zilm li gelek Misliman kir. Di derbarê vî yekê de tu biryar nehat dayîn. Hikûmet dengê xwe dernexist. Ev yek me gelek êşand. Dema ku şerê kişandin rojavayê PKK zirarê da wan. Ew tirsiyan û endîşedar bûn. Dûvre ew di derbarê vî yekê de xwedî hesesiyet bûn. Xwezî ew dema ku zarokên me hatin qetilkirin û dema ku li Mislimanan zilm dihat kirin xwedî hesesiyet bûbûna.”

 “Ez nizanim gelo çima gel li hemberê vî zilmê wiha bêdeng dimîne”

Hatîce Xanim bal kişand ku HDPKK zilma herî mezin li Kurdan kirine. Dûvre wê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wan heta îro ji zilmê pêştir tu tişt nekerine. Wan zilma herî mezin li gelê Kurd kirine. Çend roj berî teqîn çêbû. Cesedên însanan bû wekê rejî. Gelo ji vî meztir êş û jan heye? Hêj jî kesên ku piştgirî didin wan hene. Ev kurtiyekê çawa ye! Ez nizanim gelo çima gel li hemberê vî zilmê wiha bêdeng dimîne. Ew nûnerên Kurdan nînin. Ew maşikên kesên din in.”

 “Ez dixwazim ku di serî de Demîrtaş were darizandin”

Hatîce Xanim diyar kir ku sedema bûyerên 6-7ê Cotmehê Demîrtaş e. Dûvre dayîk Hatîce axavtina xwe wiha domand: “Dibe ku ew jî maşik bibe an jî maşika kesên din. Lê bi gotina wî ew kes derketin kolanan û wî wehşetê kirin. Bûyerekê wekê bûyerên 6-7ê Cotmehê di dîrokê de tune. Bes di dewra Hz Huseyîn de ev yek çêbûye. Di dîrokê de wehşetekî wiha tune. Wan zarokên me kuştin û îşkence li wan kirin. Ez dixwazim ku di serî de Demîrtaş were darizandin.”

 “Heke ew nebûna dê ev qetlîam çênebûya”

Mehmek Gokgozê bavê şehîd Hasan Gokgozî diyar kir ku ew jî dixwaze bila kesên ku vî karê kirine werin darizandin. Dûvre Mamê Mehmet wiha axivî: “Ez ji vî geşedanê re gelek kêf xweş bûm. Heke ev biryar nehatiba dayîn rewşa Tirkiyê baş nebû. Ez dixwazin ku dosyayên di doza lawê min de werin yekkirin. Lewra wan vî yekê bi gel dan kirin. Heke ew nebûna dê ev qetlîam çênebûya.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.