Ezm û xeyreta xebatê ya xwendekarê astengdar serkeftinê anî

Ezm û xeyreta xebatê ya xwendekarê astengdar serkeftinê anî

Li Sêwrega Rihayê serkeftina xwendekarê ku hêj dema ku ji dayîk bûbû astengdar bû cardin destnîşan kir ku astengdarbûn li ber serkeftinê ne asteng e.

Xwendekarê bi navê Remezan Gundogarê 21 salî yê ku li Sêwrega Rihayê di maleke bi 2 ode de dijî digel halê xwe yê astengdariyê bi xeyret û ezma xwe ya xebatê di îmtîhana OSYMyê de 473 puan wergirt û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Erciyesê qezenc kir. Gundogdu bi vê ezm û xeyreta xwe cardin nîşan da ku astengdarbûn li ber serkeftin û serfiraziyê ne asteng e.

Gundogarê ku rewşa maddî ya malbata wî nebaş bû û ji ber vê yekê de di xaniyeke bi 2 ode dijiye di pêvajoya xebatê de ji bo birayên xwe aciz neke di mitbaxê de dixebitî.

Gundoganê ku tipe qezenc kir diyar kir ew ji ber qezenckirina beşê bextewar e  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em tev de 5 bira ne û em hewil didin digel dayika xwe şdi xaniyeke 60 metro çarçik de bijîn. Ev bû demek dirêj ku em di vê malê de dijîn. Ji ber ku derfeta me min a xebatê di odê de tunebû ez di mitbaxa malê de dixebitîm. Ez ji ber nexweşiya ji rexekî ve diçûm dersxanê û ji rexekî ve diçûm navenda rehabîlîtîsyonê. Digel van şert û mercan beşa ku min  wê teleb dikir bi dest xist. Bêyî ku ez bêhêvî û sist bibim bi şikleke birêkûpêk xebitîm û di encamê de ez serfîraz bûm.”

Elî Kayayê Fîzyoterapîstê ku li navenda rehabîlîtîsyonê ya taybet erkdar e derheqê mijarê de diyar kir Remezan bi ezm û biryardariya xwe qezenc kiriye.

ÎLKHA















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.