Ezma xwendina Qur’anê yê apê kal ji xortan re dibe mînak

Ezma xwendina Qur’anê yê apê kal ji xortan re dibe mînak

Huseyîn Cayîbê 82 salî ji ber ku berî vê 5 salan hevsera wî wefat kir a niha bi tena serê xwe li Dîlokê dijî. Huseyîn Cayîbê ku bi tena serê xwe dijîbi ezma xwe ya xwendina Qur’anê ji xortan re dibe mînak.

Apê Huseyîn digel temena xwe ya zêde heta ji destên wî tê li her derî hewil dide Qur’ana Kerîm bixwîne ku bi vê helwesta xwe ji xortan re dibe mînak.

“Em çima hatin dinyayê, em ê çi bikin û em ê biçin kû derê divê em van zanibin”

Apê Huseyîn  destnîşan kir ew di xortaniya xwe de li Dîlokê ji hafizê bi navê Osman dersa Qur’anê standiye û ji wê rojê ve her tim hewil dide Qur’anê bixwîne. Apê Huseyîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Xwendina Qur’anê û tehsîlkirina ilmên Îslamî tiştê herî xweş a dinyayê ye. Ji kesekî bawermend tu zirar nayê.Însanekî ku îmana wî tunebe Xweda mihafeze bike dê hemî melanetan bike. Ji bo vê yekê divê em zarok, nevî û hetta em bi xwe jî bi îman mezin bikin. Xweda îmanê bike nesîbê me tevan. Me ji rêya rast veneqetîne.”

 “Dema ku ez Qur’anê dixwînim bihizûr û dilxweş im”

Apê Huseyîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  ji ber ku ew Qur’anê dixwîne pir kêfxweş û şad e. Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji xwendina Qur’anê pir kêfxweş im. Çi qas ez zêde ez Qur’anê dixwînim ew qas zêde ez kêfxweş dibim. Xwendin û guhdarkirina Qur’anê min şad dike. Dema ku însan digel maneya wê dixwîne zêdetir jê fêm dike. Di Qur’anê de ayetên pir bi ibret hene. Ji ber wê yekê tiştê herî xweş xwendina Qur’anê û hînkirin û hînbûn e. Ji vê xweştir tiştek tune ye.”

 “Dinya heman dinya ye lê însan diguhere”

Apê Huseyîn di berdewama axavtian xwe destnîşan kir ev dinya dê ji tu kesî re nemîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Em bi çi tiştê vê dinyayê bawerî bînîn. Divê em li rêya xwe binêrin û divê em hisaba rexê din jî bikin. Û li gor wê em ê hereket bikin. Berê ev qas xerabî û bêhizûrî tunebûç Însan ji hev hez dikirin û ji hev re bi hurmet bûn. Bi hev bawer dikirin. Lê a niha ne wek berê ye. Dinya heman dinya ye lê însan diguhere.”

Apê Huseyîn di dawiya axavtina xwe de de destnîşan kir  divê malbat li zarokên xwe xwedî derkevin û wan bi îmanê mezin bikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.