“Ezwan qetlîamên ku bi destê Siûd û muttefîkên wê tên kirin telîn dikim

“Ezwan qetlîamên ku bi destê Siûd û muttefîkên wê tên kirin telîn dikim

Ji alimên herêmê Mela Beşîr Varolê ku derbarê Yemenê de derbarê qetlîama ku li Yemenê hat kirin û tê 50 kes hatin qetilkirin de destnîşan kir “Ez wan qetlîamên ku bi destê Siûd û mutefîkên wê tên kirin telîn dikim.”

Di wan rojên borî de balafirên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd ji wan re pêşîvantî dike, li herêma Dahyana bajêra Sada Yemenê êrîşî serwîsa xwendekaran û bazarê kirin û di êrîşê de exlebeyê wan zarok tev de 50 kes hatin qetilkirin nêzî 100 kesan jî birîndar bûn.

Mela Beşîr Varolê ji alimên navdar ê herêmê derbarê qetlîama ku ji teref hêzên koalîsyona ku Siûd jê re pêşvantî dike vê  hat kirin de daxuyanî da ÎLKHAyê. Varol di daxuyanîya ku da de êrîşên ku hatin kirin telîn kir û diyar kir bo ev êrîşên li erdnigarîya Îslamê tên kirin bi dawî bibin  gelek wezîfe dikevin ser milên Mislimanan.

 “Ez  wan qetlîamên ku bi destê Siûd û mutefîkên wê tên kirin telîn dikim”

Varol di daxuyanîya xwe de diyar kir êrîşên li Yemenê dilê Mislimanan dişewitîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez  wan qetlîamên ku bi destê Siûd û mutefîkên wê tên kirin telîn dikim. Ev qetlîam, qetlîmake gelekî mezin û qirêj e. Ez bawer dikim ku temamê melek, cin, însan, erd û asîman lenetê li vê qetlîamê tînin. Ji ber êrîşên li Yemenê em mehzûn in û dilê me dişewite.”

“Siûd bi temametî digel Amerîka hereket dike”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir Yemen warekî mibarek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Resûlê Xwedê di gelek hedîsên xwe de pesna Yemenê daye. Exlebeyê Mislimanan Siûd gelekî baş nas dikin. Siûd bi temametî digel Amerîka hereket dike. Ew Amerîkayê ku zilmê li alema Îslamê dike dixwaze qetlîam û zilmên bi destên kesên mîna Siûd bidomîne. Amerîka dixwast ku pêşî karên xwe yên qirêj bi Tirkîyê bide kirin.  Amerîka xwest ku Tirkîyê bixe pêsîra Îranê. Lê Tirkîye aqilane hereket kir û xwe ji karên Amerîka nekir amûr.Em di vî warî de wan teqdîr dikin. ”

 “Amerîka temamê qetlîam û zilmên xwe ji Siûd re dewir kiriye”

Varolê ku diyar kir  bo ev êrîşên li erdnigarîya Îslamê tên kirin bi dawî bibin  gelek wezîfe dikevin ser milên Mislimanan di berdewama axavtina xwe de wisa axivî: “Amerîka temamê qetlîam û zilmên xwe ji Siûd re dewir kiriye.Ez bawer dikim ji ber van qetlîam dê emrê Siûd kin bibe. Lewra ev êrîşên ku ew dike qelbê Mislimanan û temamê însanetîyê diêşîne. Li gor me, ne tenê Siûd bi heman awayî hinek welatên din jî di warê Yemenê de sûcdar in, destê wan jî di van qetlîaman de hene. Em hêvî dikin ku Misliman di van mijaran de bi basîret hereket bikin.Bo qetlîamên mezintir pêk neyên bila Misliman xwe nekin amûrên emperyalîstan. Ez hêvî dikim ku Xweda, Mislimanan ji xewa xefletê hişyar bike û cezaya zaliman di demeke kurt de bide.”

 “Li hember van qetlîamên ku dilê însanetîyê dişewitînin dinya û medya bêdeng dimîne”

Varol di dawîya axavtina xwe de ji bêndengîya dinya û medyayê ya li hember qetlîamên ku tên kriin re bertek nîşan da û dû re weha dawî li axavtina xwe aqnî: “Li hember van qetlîamên ku dilê însanetîyê dişewitînin dinya û medya bêdeng dimîne. Ew kesên mezlûm ên ku dixwazin li hember van qetlîaman dengê xwe derînin, mixabin ji ber ku ne bi qewet in nikarin debê xwe bidin sehandin. Ew kesên ku dengê wan dertê kesên bi qewet in ku ew jî li ba zaliman cî digirin. Ji ber ku di sefên zaliman de ne naxwazin zalim eşkere bibin. Ji ber wê yekê tiştên ne muhîm û biçûk dixin rojevê û bûyerên ku dilê însanetîyê dişewitîni nahêlin bê xuyakirin û sehkirin. Kesên emperyalîst tiştên ku li gor berjewendîya wan in dixin rojevê û yên ku ne li gor berjewendîya wan in nahêlin ku bikeve rojevê û li gor vê yekê jî tedbîr distînin. Ji ber wê yekê dinya di çerxa zaliman de diçe û tê ye. Em bawer dikin ku dê Xweda li hember xan zilman bêdeng nemîne. Ji ber îmtîhana însanetîyê a niha dengê xwe ji zaliman re nake. Lê belê piştî îmtîhanê, Xweda dê zaliman qehr û perîşan bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.