“Fetha Diyarbekirê wekê Fetha Mekkê ye”

“Fetha Diyarbekirê wekê Fetha Mekkê ye”

DİYARBEKİR - Ji teref Weqfa Lêkolîna Siyerê ve li Zanîngeha Dîcleyê bi navê ‘Ciwanên ku Wehyî Wan Terbiye Kiriye’ konferansek hat lidarxistin.

Li Zanîngeha Dîcleyê bi tertîpkirina Civata Bilgî Erdem û Klûba Bîlge Gençlîkê ji teref Weqfa Lêkolîna Siyerê ve bi navê ‘Ciwanên ku Wehyî Wan Terbiye Kiriye’ konferansek hat lidarxistin. Partiyî, endam û nûnerên Saziyên Civatê yên Siwîl, nûnerên akademiyê, xwendekar û welatî beşdarê bernamê bûn.

Di bernameya ku bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir de di derhaqê dejenerebûna civatê de mijarên ji aliyê exlaq, derûnî û bedenî ve bi slaytê hat nîşandan. Di slaytê de bal hat kişandin ku Qur’ana Pîroz qedr û qîmeta civakê zêdetir dike, civakê ji koletiyê xelas dike û însanan ji tarîtiyê derdixe ronahiyê.

Axavtina destpêkê Yasîn Dursun li ser navê Klûba Bîlge Gençlîkê xwend. Dursun wiha destnîşan kir: “Di erdnîgara Îslamê de zilm bûye jirêze û dijminên Mislimanan heq û mafên jiyanê nadin Mislimanan. Divê ku li dijê vî pergalê rêbazên Nebewî were şopandin. Di doza Îslamê de girîngî û ehemiyeta ciwanan zêde ye. Bes ciwan dikarin bajar, navçe, kolan û kûçeyan sererast bikin.”

“Ji bo ku mirov bibe micahidê Qur’ana Pîroz pêwîst e ku mirov Qur’ana Pîroz biparêze”

Mehmet Emîn Yildirimê ku wek gotarvan beşdarê konferansê bûbû wiha axivî: “Ji bo min axavtin li Diyarbekirê zehmet û zor e. Lewra mêrên Diyarbekirê micahid, pîrekên wî jî micahide ne. Ez dê qala Xalid Bîn Welid bikim. Ji bo ku mirov bibe micahidê Qur’ana Pîroz pêwîst e ku mirov Qur’ana Pîroz bi şiklekî baş bijî. Kesên ku di Ilûhiyet û Ribûbiyetê de ji dil û can bawerê bi Xweda anîne pêwîst e ku bibe micahidê Qur’ana Pîroz. Ji bo ku mirov bibe micahidê Qur’ana Pîroz pêwîst e ku mirov bibe mihacirê Qur’ana Pîroz. Yek jî divê ku mirov bibe sadiqê Qur’anê. Divê ku sadiqî û rastî di çarçova Wehyê de bibe. Misteqîm û rastbûn jî diaya ku em her roj di Sûreya Fatihayê de dixwazin e. Ji bo ku mirov bibe micahidê Qur’ana Pîroz pêwîst e ku mirov Qur’ana Pîroz biparêze.”

“Fermandarê ku ne radizê ne jî radizîne”

Yildirim destnîşan kir divê ku mirov Îslamê li malan de hakim bike. Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Divê ku em Îslamê belavê mizgeft, dibistan, kargeh û her derê bikin. Dost û yarên Xalid Bîn Welid jirê dibêjin ‘Fermandarê ku ne radizê ne jî radizînê’. Di 14 salan de beşdarê 35 cengan bûye û hertim têka dijminan biriye. Heke Xalidên îro navber dixin nav xwe û Îslamiyetê ev dide nîşandan ku em ji dil û can teslîmê Îslamiyetê nebûne. Dema ku Heraklîus jî jiyana Mislimanên ku Xalidê Kurê Welîd jî têde ye hîn bû wî got, ‘Binê erdê ji ser rûyê erdê bi xêr û çêtir e.”

“Fetha Diyarbekirê wekê Fetha Mekkê ye”

Yildirim herî dawî wiha axivî: “Ev ax bi zora şûr û qilincan nehatiye fetihkirin. Bi şiklekî dilrehet û dil şad hatiye fetihkirin. Ji xeynî çend awarteyan, Fetha Diyarbekirê wekê Fetha Mekkê ye. Ji çar terefan ve têkevin nav bajarê Diyarbekirê. Ev hezar û 419 sal e ku azan û bang di vî bajarê de nehatiye kerrkirin. Ewliya Çelebî di derheqê bajarê Diyarbekirê de dibêje ‘Bajarê ku bê desmêj tênakevin tê de.’”(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.