Firotina avahîyan ji sedî 25 kêm bû

Firotina avahîyan ji sedî 25 kêm bû

Li tevahîya Tirkîyê firotina avahîyan di meha Çileya sala 2019an de ji sedî 25 kêm bû.

Hat ragihandin  li tevahîya Tirkîyê firotina avahîyan di meha Çileya sala 2019an de ji sedî 25 kêm bû.

Derbarê mijarê de ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Li gorî daxuyanîyên ku ji teref TUÎKê ve hatine belavkirin di meha Çileya 2019an de li gorî heman meha sala borî firotina avahîyan li tevahîya Tirkîyê ji sedî 25 kêm bû.

Di Çileya 2019an de bi rêzê avahî herî zêde li Stenbol, Îzmîr û Enqerê hatin firotin û herî kêm jî Ardahan,Hekkerî û Bayburtê hatin firotin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.