1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Firotina gûbreya nîtratî hat qedexekirin
Firotina gûbreya nîtratî hat qedexekirin

Firotina gûbreya nîtratî hat qedexekirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku firotina gûbreya nîtratî hatiye qedexekirin û her wiha dest bi berhevkirina gûbreyên di piyasê de jî hatiye kirin.

A+A-

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelîk diyar kir ku firotina gûbreya nîtratî hatiye qedexekirin û her wiha dest bi berhevkirina gûbreyên di piyasê de jî hatiye kirin.

Serokwezîr wiha diyar kir: “Me gûbreya nîtratî ya ku ji bo teqemeniyê tê bikaranîn qedexe kir. Dê li yu derê Tirkiyê neyê firotin. Ji doj pê ve di derbarê vî yekê de tespît hat kirin. Li Tirkiyê di 9 hezar û 700 noqteyan de tê firotin. Hêzên me yên ewlehiyê di derbarê vî yekê de tespîtan kirin. Niha 64 hezar ton gûbreyên nîtratî hatiye berhevkirin. Hevdîtinên di derbarê îthalatê de ya bi saziyan re jî didome.”

Tê zanîn ku ji xeynî di çandina çeltûkê de qûbreya nîtratî di hemî sebze û giyahên zeviyan de tê bikaranîn. Her wiha amonyum nîtrata ku di bax û fêkiyan de tê bikaranîn wek teqemenî jî tê emilandin. (ÎLKHA)

 

Bu haber toplam 872 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.