1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Gardiyanê ku alîkariya reva PKKyiyan kiribû xwe kuşt
Gardiyanê ku alîkariya reva PKKyiyan kiribû xwe kuşt

Gardiyanê ku alîkariya reva PKKyiyan kiribû xwe kuşt

XARPÊT - Hat idîakirin gardiyanê ku bi binasiya alîkarîkirina reva 6 PKKyiyan hatibû girtin di qawîşa ku tê de dimaniya de xwe kuştiye.

A+A-

Wekê ku tê zanîn di meha adarê de ji Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa Dyê ya Diyarbekirê 6 PKKyî revîbûn. Di bergeha vê sûcê de gardiyanek bi binasiya alîkarîkirina reva 6 PKKyiyan hatibû girtin. Hat ragihandin ku gardiyanê bi vê hinceta hatibû girtin di girtîgehê de xwe kuştiye.

Di bergeha vî revê de 3 kesên ku di nav wan de Mamut Uzunê gardiyan jî hebû hatibûn girtin. Hat ragihandin Mahmut Uzunê gardiyan ê ku bi binasiya alîkarîkirina reva PKKyiyan wek girtî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Eyê ya Xarpêtê de bû xwe kuştiye.

Mamut Uzunê ku darizandina wî didomiya îro berê sibê di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Eyê ya Xarpêtê de wek kuştî hat dîtin. Hat diyarkirin ku piştî ku Uzun çarşefê li sitûyê xwe girêdayê xwe kuştiye.

Di derbarê bûyerê de tehqîqat dest pê kiriye. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.