Gel ji îdamên ku li Misirê hatin kirin re bertek nîşan da û Sîsîyê darbeker telîn kir

Gel ji îdamên ku li Misirê hatin kirin re bertek nîşan da û Sîsîyê darbeker telîn kir

Gelê Mêrdînê 9 xortên ku li Misirê ji teref Sîsîyê dîktator ve hatin şehîdkirin bi rehmet yadkir ûlenet li Sîsîyê dîktator anî.

Li Misirê di sala 2015an de bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hatibû lidarxistin û di êrîşê de  Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat miribû ku di bergeha vê bûyerê de 9 xortên endamên Îxwanê bi vê êrîşê hatin sûcdarkirin û ji wan re cezaya îdamê hat dayîn. 9 xortên bi navê Ehmed Taha, Ebul Qasim Ehmed, Ehmed Cemal Hîcazî, Mahmud el-Ehmedî, Ebu Bekr es-Seyyîd, Abdurrahman Suleyman, Ehmed Muhammed, Ehmed Mahrus Seyyîd û Îslam Muhammed berî vê du rojan ji teref darbekeran ve hatin şehîdkirin.

Di nav kesên ku  hatin şehîdkirin de lawê Muhammed Taha Wehdanê Endamê Ofîsa  Rêbertîyê ya Îxwanul Muslîmun jî heye.

Gelê Mêrdînê yên ku derbarê şehadeta 9 xortên endamêm Îxwanê de axivî  destnîşan kir ew vê bûyerê şermezar dikin û ji bo dawî li van bûyeran bê anîn divê ummeta Îslamê tiştinan bikin.

Mêrdînîyên ku derbarê mijarê de axivîn hest û ramanên xwe yên derbarê şehadeta 9 ciwanên endamên Îxwanê de wisa anîn zimên:

Ahmet Oruç:  Ez Sîsîyê darbeker şermezar dikim. Xweda mekana wan ciwanan bike cennet.

Mehmet Beşîr Gargulî: Divê welatên Îslamê li dijî vê zilmê tiştekî bikin.

Îbrahîm Xelîl Gargulî:  Ji bo dawî li vê zilma Sîsî bê anîn divê birêvebirên welatên  Îslamê tiştinan bikin.

Huseyîn Arasan:  Divê Tirkîye ji van zilman re bêdeng nemîne.

Mehmet Veske:  Divê em bertek û reaksîyonê nîşanî wê neheqîya ku ji teref Sîsîyê zalim ve tê kirin re nîşan bidin.

Remezan Urun:  Em lenetê li zilmê tînin.

Mehmet Ozturk: Em wan kesên ku qerarên îdamê dane telîn dikin.

Şeyhmus Ozdemîr:  Ji bo cardin tiştên wisa pêk neyên divê Misliman bibin yek

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.