Gelê Diyarbekirê eleqeyek mezin nîşana Îmtîhana Sîyerê dan

Gelê Diyarbekirê eleqeyek mezin nîşana Îmtîhana Sîyerê dan

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê bi sernava “ Wî Bixwînin, Wî Bîjîn” Îmtîhana Sîyerê ya bi Xelata Umrê hat tertîbkirin û gelê Diyarbekir eleqeyek mezin nîşanî Îmtîhanê dan.

Îmtîha Sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve îro li giştîyê Tirkîye bi sernava “ Wî Bixwînin, Wî Bîjîn” bi beşdarbûna nêzîkî 300 hezar kesî hat tertîbkirin. Li Diyarbekirê Îmtîhana Sîyerê li gelek navnîşanan hat rastkirin û nêzîkî 50 hezar kesî beşdarî îmtîhana Sîyera Nebî bûn.

Diyarbekirîyên ku ji bo têkevin îmtîhanê hatin dibistanan îfade kirin ku bi xêra Îmtîhana Sîyerê gel hînî jiyana Hz. Mûhammed dibin.

Ji kesên beşdarî Îmtîhana Sîyerê bû Yasemîn Guneş Aydinê îfade kir ku her sal ev îmtîhana tê tertîbkin û wiha got: “Ev îmtîhana, îmtîhanek wendakerê wê tineye. Her sal bernameyên wisa xweş ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên tertîbkirin û em jî beşdar dibin û jê îstîfade dikin. Xwedê ji wan razî be însanan bîrdar dikin. Kesên jiyana Hz. Mûhammed nizanin ewqas pirin ku bi xêra van îmtîhana hînî jiyana Qasidê Xweda dibin û bîrdar dibin. Em çiqas hînî jiyan Ronîya Çavan dibin em ewqas baştir Îslamê dijîn.”

“Bila hînî jiyan Pêxemberê Xweda bibin lewra tu tiştekî winda nakin”

Gul Dundarê îfade kir ku ev 3 carê wê ye ew beşdarî Îmtîhana Sîyerê dibe û wiha got: “Tu tiştek nebe jî em hînî jiyan Pêxemberê Xweda bibin. Ez û zarokên xwe tev em ketin îmtîhanê. Pêwiste em wî ji xwere bikin mînak. Bila her kes têkevin îmtîhanan û gelek bixebitin. Bila hînî jiyan Pêxemberê Xweda bibin lewra tu tiştekî winda nakin.”

Gulsum Damarê îfade kir ku kesên dikevin îmtîhanê dilê wan bi hezkirina Hezretî Mûhammed tije dibin û got: “Çi ciwan dibin çi jî îxtîyar dibin divê her kes beşdarî vê îmtîhanê bibin. Lewra kesên beşdarê vê îmtîhanê dibin hezkirina Hezretî Mûhammed dikeve dilê wan. Bilê bi vê eşqê têkevin îmtîhanê. Dema ez hatim îmtîhanê bin dît gel çawa dihatin, Xwedê daîm bike. Ji ber îmtîhanê wisa tertîb dikin ez ji Platforma Evîndarên Pêxember re teşekur dikim.”

Wendakerê vê îmtîhanê tuneye”

Ji kesên beşdarî îmtîhanê bû Nîhat Adaş îfade kir ku ji bo jiyana Hz. Mûhammed bê fêm kirin û mînak jê bê girtin îmtîhanên wisa zaf girînge û wiha got: “Lazim e meriv wisa li vê îmtîhnê binhêrin. Beşdar bûna vê îmtîhanê ne ji bo xelatan an ne ji bo tiştekî dine tenê ji bo hînbûna jiyan Hz. Mûhammed besî her tiştî ye. Wendakerê vê îmtîhanê tineye. Kesên ketinê tevan qezeckirîye. Dibistan ku min lê  serperiştî dikir ji sedî 70 kes beşdarî îmtîhanê bûn.”

Sedat Pala, wiha got: “Bi rastî ez zaf nexebitîm lê belê îmtîhana min xweş derbas bû. Pirs ne pir zor bûn. Ne zor bûn ne jî rehet bûn. Beşdarbûna zarokan teva zaf kêfa min anî. Ketina zarok î îxtîyaran bi hervre ketina wan ya vê îmtîhanê zaf xweşe ez bi vê yek pir bextewar bûm.”

“Ez îmtîhanê qezenc bikim ezê dîya xwe bişînim Umrê”

Mehmet Olpar îfade kirin ku heger ew îmtîhanê qezenc bike ew dixwaze di şûna xwe de diya xwe bişîne Ûmrê û wiha got: “Îmtîhan zêdetir wek îmtîhana YGSê bû. Ji sedî 50-60 bû. Yên din jî zêdetir ji navê sehaban û yên mişrikan pêk dihat. Min pirtûk 2 caran xwend. Cîyê mihîm bûn min bênê wan xêz kir. Ez zêdetir hînî exlaqê Hz. Mûhammed bûm. Heger ez îmtîhanê qezenc bikim ez dixwazim dîya xwe di şûna xwe de bişînim Ûmrê. (ÎLKHA)

 








































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler