Gelê Sûrê hêj bendewarin ku mexdûriyetên wan bên çareserkirin

Gelê Sûrê hêj bendewarin ku mexdûriyetên wan bên çareserkirin

DİYARBEKİR - Piştî ku li navçeya Sûra Diyarbekirê di 14 kûçeyan de hat rakirin gelê Sûrê vegeran malên xwe û wan destnnîşan kir ku dixwazin mexdûriyeta wan bên çareserkirin

Piştî ku li navçeya Sûra Diyarbekirê di 14 kûçeyan de hat rakirin gel vegera malên xwe û texrîbata ku di kûçeyan de pêk hatiye bi rakirina qedexeyê re carek din hat dîtin. Gelê belengaz diyar kir ku ew dixwazin demildest ev mexdûriyeta wan bên çareserkirin

Ji mexdûran Seyîthan Bîçer diyar kir ku ew wek mexdûr bi malbata xwe re çendîn roj hewl daye ku di wesayîta xwe de bijî. Wî diyarkir ku di wî pêvajoêyê de zarokên wî nexweş ketine. Bîçer hewl dide avahiya xwe ya ku ji pevçûnan zirarê dîtiye saz bike.

Bîçer destnîşan kir ji ber ku bombe li ber şîpaneka wan hatiye teqandin mala wî xirab bûye. Dûvre Bîçer axavtina xwe wiha domand: “Derî û pencereyên me şikestibûn. Televîzyon û avsarka min xirab bûbû. Ne dewlet ne jî şaredarî mexdûriyeta me çareser dike. Bê lêkolîn alîkarî dikin. Mala min xirab bûye. Şaredarî di şûna avahiya min a ku xirab bûye de kûçeyan saz dike.”

Seyîthan Bîçer belav kir ji ber madiyatê hizûr di nav malbata wî de nemaye. Dûvre wiha pêde çû: “Di gel van hemî tişan ji bo ku ez loqmekî helal qezenc bikim ez dikana xwe ya hilweşandî vedikim. Rojê 2 kes bibin jî ez li benda qismeta xwe me.”

 “Hemî hewldanên min ew e ku ez niyaziya zarokên xwe yên nexweşxane û dibistanê çareser bikim”

Bîçerê ku keçekê wî ya estengdar heye wiha axivî: “Hemî hewldanên min ew e ku ez niyaziya zarokên xwe yên nexweşxane û dibistanê çareser bikim. Min ji bo qîza xwe ya astengdar qrêdî kişandibû ku ez mesrefên nexweşxanê çareser bikim. Ev 6 meh e ku ez nikarim deynê xwe ya qrêdiyê bibim. Ji ber pevçûnan aliyekê mala min xirab bûbû. Ez naxebitim. Gel ditirse were vir.”

 “6 meh e ku goştê sor nehatiye mala min”

Bîçer belav kir piştî ku şer dest pê kir ew çû semtê Şehîtlîkê û di kirê de ma. Lê bes 2 me karî li wir bisekine. Dûvre Bîçer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekê ku hûn dinînin. Di vî aprtmanê de bes ez disekinim. Hindik maye ku bîna hilweşe. Her derê bînayê deriziye. Ji ber ku hezkiriyên me ji bo vî yekê bertek nîşan dan em çûn Şehîtlîkê. Min 500 lîre kirê dida. Lê ji ber ku derfetên min tunebû ez tenê 2 meh di kirê de mam. 6 meh e ku goştê sor nehatiye mala min. Kes rewşa tu kesî fêm nake.”

 “Kesên ku karê neqliye û emlaqtiye dikin kêsa xwe li me anîn”

Bîçer axavtina xwe wek: “Di gel van mexdûriyetan kesên ku karê neqliye û emlaqtiye dikin kêsa xwe li me anîn.” domand. Dûvre wî diyar kir ku neqliyevanan ji wan di şûna 100 lîreyan de 500 lîre sitandiye. Bîçer axavtina xwe wiha ragihand: “Di gel kêsanîna neqliye û emlaqvanan ne dewlet ne jî zabite pêşgirî girt.”

Bîçer diyar kir dîwarên avahiya ku tê de rûdinê derizandiye. Lê ji ber ku derfeta wî tune ew di avahiya derizandî de dimîne. Bîçer wiha belav kir: “Ez çend roj li cem ap, xûşk û bavê xwe mam. Lê nabe. Ez mecbûrim li vir bimînim. Carinan hevalên min ên eskerê ji min re pere dişînin. Umrê min 36 e. Ez heta niha xebitîme. Ez nikarim piştî vî saetê çavên xwe bihêlim li xelkê.”

 “Bila tu kes wek siyasî tevger li me neke”

Bîçer destnîşan kir ku berê dewletê 800 lîre didayê û şaredarî jî bes derî û penceren wî tamîr kiriye. Bîçer rewşa mexdûriyeta xwe ya ku tê de ye wiha anî ziman: “Ez ji vî mexdûriyeta kum in dît gelek bandordar bûm ku carinan wekê zarokan rûdiniştim û min dest bi girînê dikir. Em însan in. Em mirovxwer û barbar nînin. Beriya her tiştî em Misliman in. Ez be dixwazim ku mexdûriyeta me bên çareserkirin. Bila tu kes wek siyasî tevger li me neke.”

 “Keça min astengdar e û xetera wê ya derbaskirina hewalê heye”

Bîçer daxwaz kir ku bila şaredarî lijnekî bişîne mala wan. Dûvre Bîçer wiha axivî: “Di apartimana me de tu kes nema. Hemî ji tirsan derketin. Bila werin li vî avahiyê mêze bikin. Heke ez mecbûr nebim li vir rûdinêm? Keça min astengdar e û xetera wê ya derbaskirina hewalê heye. Heta îro bîmeya min a tendirustiyê çênebû. Ez dixwazim ku rêvebir ji min re karek peyda bikin.”

 “Keça min ji min erebeya seqetan dixwaze”

Bîçer diyar kir ku keça wî Yagmur ji zikmakiyê ve astengdar e. Dûvre Bîçer wiha ragihand: “Tixtoran teşxîsekê daneynîn ser rewşa keça min. Ez li gelek tixtoran zivirîm lê pere nekir. Min tu wext hêviya xwe ji Xweda nebirî. Kesên wekê min bes wiha dikarin rewşa xwe ji Serokkomar û Serokwezîr re diyar bikin. Ez ji wan dixwazim ku alîkariya min bikin. Keça min ji min erebeya seqetan dixwaze. Lê ji ber ku derfeta min tune ez nikarim bistînim. Her dem ez vî bi tiştên din mişxûl dikim.”

Bîçer bal kişand ji ber ku lingê  keça wî nagire ew xwe ji erdê ve kaş dike. Ji ber vî yekê wî xwest ku keça wî êdî ji wî rewşê xelas bibe. Ji bo vî yekê jî divê ku alîkarî lê were kirin.

“Ez erebe dixwazim”

Yagmura astengdar wiha axivî: “Ez 5 salî me. Navç min Yagmur e. Ez naxwazim ji erdê ve kaş bibim. Ez erebeya astengdaran dixwazim.” (ÎLKHA)

 







 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.