Gelo agirbesta li Sûrîyê bo Efrînê jî derbasdar e?
Beşar Caferê TemsîlkarêDaîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûrîyê destnîşan kir qerara agirbestê divê bo Efrînê jî derbasdar be.
Piştî dengdayîna ku li Neteweyên Yekbûyî hat kirin re nîqaşa gelo ew ê agirbest bo Efrînê jî derbasdar be ya na dest pê kir. Beşar Caferê Temsîlkarê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûrîyê destnîşan kir qerara agirbestê divê bo Efrînê jî derbasdar be. Cafer her wisa diyar kir Sûrîye di bin îşxala hêzên koalîsyomê, îsraîl û Tirkîyê de ye.
Piştî dengdayînê temsîlkarên daîmî yên Rûsya, Kuweyt destnîşan kirin divê agirbest bo Efrînê jî derbasdar be.
Lê belê rayedarên Tirkîyê destnîşan kirin Tirkîyê ne ew terefê ku şer dike ye û operasyona Efrînê li dijî terorê tê kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.