Gelo haya Orenê Midûrê Giştî yê Holdînga Îhlasê ji derbê hebû?

Gelo haya Orenê Midûrê Giştî yê Holdînga Îhlasê ji derbê hebû?

Rojnamevan-Nivîskar Sabahattîn Onkîbar, nivîsên e-maîla Mucahîd Orenê Midûrê Giştî yê Holdînga Îhlasê û Nûnerê Enqerê yê TGRTê Batuhan Yaşarê ya 2 roj beriya derbeyê parve kir û idîa kir ku haya Orenê ji derbeyê hebûye.

Di nivîsa doh a Rojnamevan-Nivîskar Sabahattîn Onkîbar de idîayên balkêş ên di derbarê Holdînga Îhlasê ya ku di bin sîwana xwe de TGRT Xeber, ÎHA û rojnameya Tirkiyê dihewîne de hat parvekirin.

Onkîbar, di nivîsa xwe de diyar dike ku Mucahîd Orenê Midûrê Giştî yê Holdînga Îhlasê 2 roj beriya derbeyê li DYAya ku ew êdî bûye hemwelatê wê bûye. Onkîbar diyar kir ku berpirsyarê muhasebeya Îhlasê yê li Enqerê Abdullah, ji Mucahîd Orenê re peyam şandiye.

“Roja ku dê em Enqerê rakin ser piyan nêzîk e”

Onkîbar, idîa kir ku di mesaşa ku kesê bi navê Abdullah şandiye de ji bo 3 qenalên TVyê yên ku di bin sîwana Koma Îhlasê de ne di bergeha kirê de mektûba temînata zêdeyî hatiye xwestin. Piştî vê yekê Mucahît Oren ji DYAyê ji Nûnerê Enqerê yê TGRTê Batuhan Yaşar re vê e-maîlê şandiye:

“Ez kesin dibêjim, yek qurîş temînat nadim… Ez berê TGRTê digirim, lê roja ku dê em Enqerê rakin ser piyan nêzîk e… Abdullah, bi banqeyan re neaxivin.”

Onkîbar, diyar kir ku peyama e-maîlê jê re di nav Îhlasa ku ber li wir dixebitiye de hatiye ragihandin. Di vê nivîsa xwe de vê nivîsê ji komputerê derxistiye û parve kiriye û ev peyam jî her tiştê afîşe dike.

Onkîbar, di domahiya nivîsa xwe de idîa kir ku berê haya Mucahît Orenî ji derbeyê hebûye. Dûvre Onkîbar wiha diyar kir: “Erê bes ji derbeya FETO re 2 roj mabû Mucahît Oren bi vê peyamê bes xwe nade dest. Bi heman şiklê derbeya ku dê bihatiba kirin afîşe dike. Wisa ye, lewra 48 saet beriya derbeyê îfadeya “Roja ku dê em Enqerê rakin ser piyan nêzîk e” ji vê yekê pêştir tişteke nade nîşanda. Mesajê dûbare bixwînin. Heke ew îfade li wir e wateya vê yekê ew nîne ku haya Mucahît ji derbeyê heye?”

Têkiliya Holdînga Îhlas û FETO

Onkîbar, di nivîsa xwe de idîa kir ku Mucahît Oren têkiliya wî bi FETO re heye û dûvre bal kişand ser Marc Grossmanê Sefîrê Enqerê yê Kevin ê DYAyê û Şefê Maseya Rojhilata Navîn a CIAyê.

 “Onkîbar wiha diyar kir: “Tê zanîn ku Holdînga Îhlasê, Marc Grossmanê Sefîrê Enqerê yê Kevin ê DYAyê û Şefê Maseya Rojhilata Navîn a CIAyê ji Borsayê re wek şêwirmendê fermî ragihandiye. Ji ber vê yekê îxtîmaleke mezin e ku têkliya Mucahît Oren-FETO bihev re heye. Dîsa em bînin bibîaranîn ku di heyama derbeya 15ê Tîrmehê de CEOya Îhlasê Cahît Paksoy e kî ve kes jî ji ber ku endamê FETO bû piştî derbeyê hat girtin.”

“Kerrbûna Cem Kuçuk, îxtîmala ku kriptoya FETO ye tîne hişê min”

Onkîbar, idîa kir ku Cem Kuçuk ji van hemî tiştan xeberdar e û ji Cem kuçuk wiha pirsî; ‘Nexwe ji ber ku tu ji TGRTê zêde meaş distînî dengê xwe ji vê yekê re dernaxî?’ Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dema ku mirov li ser van hemiyan disekine kerrbûna Cem Kuçuk, îxtîmala ku kriptoya FETO ye tîne hişê min. Tiştên ku min bihîstiye ji teref FETO ve ji Mucahît Orenê re gelek deyn hatiye dayîn. Ji ber vê yekê Mucahît nikare dengê xwe ji FETO re derîne.”

ÎLKHA



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.