Ger em ji Xwedê hez dikin divê em tabi'ê Hz. Muhammed bibin û rêya wî bişopînin

Ger em ji Xwedê hez dikin divê em tabi'ê Hz. Muhammed bibin û rêya wî bişopînin

Mela Muhammed Beşîr Varolê ku li Wanê di bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” de axivî diyar kir “Ger em ji Xwedê hez dikin divê em tabiê Hz. Muhammed bibin û rêya wî bişopînin.”

Ji teref Koordînatorîya Wanê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Qada Mîtîngê ya Kelehê bernameye bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi temaya “Hz. Muhammedê Rêberê Exlaq û Edaletê” hat tertîpkirin.

Mela Muhammed Beşîr Varolê ku li Wanê di bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” de axivî diyar kir “Ger em ji Xwedê hez dikin divê em tabiê Hz. Muhammed bibin û rêya wî bişopînin.”

“Xweda Hz. Muhammed ji temamê însanetîyê re rêber îlan kiriye”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser bin) re pêêdivî ji tu rêberê din re tune ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro rojeke pir bi qedr û qiymet e. Îro roja hatina Pêxemberê me ye. Ew rêberê însanetîyê ye.  Xweda vî Pêxemberî ji me re wek rêber şandiye. Hemû kes dikare xwe rêber îlan bike. Lê belê ya muhîm ew e ku Xweda ew rêber îlan bike.  Xweda Hz. Muhammed ji temamê însanetîyê re rêber îlan kiriye.  Ew Pêxemberên ku berîya wî hatine şandin jî tev rêber bûn.  Lê belê ew bes rêberê qewmê xwe bûn.  Xweda Hz. Muhammed ji temamê însanetîyê re wek rêber şandiye. Temamê însan, cin û melek û kaînatê mecbûr e ku pê îman bînin. Xweda ji wan kesên ku rehmet, edalet, azadî û rizgarîyê dixwazin daxwaz dike ku tabiê Pêxemberî bibin.”

 “Ger em di pey Hz. Muhammed de neçin em ê îmtîhanê winda bikin”

 Varol di berdewama axavtian xwe de diyar kir Xweda jiyanê kiriye du merhale û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ A ewil îmtîhan û ya din jî mukafet û ceza ye. Ev dinyaya ku em lê ne merhaleya îmtîhanê ye. Xwedîyê kaînatê em li ser rûyê vê erdê xuliqandin û niha em bi gelek tiştan îmtîhan dike. Xweda Îslama ku dînê dawî ye ji me re şandiye. Û me bi vê yekê îmtîhan dike. Ger em dînê Xwedê taqîb nekin, di pey Hz. Muhammed de neçin û li gorî ahkam û qanûnên Xwedê hereket nekin em ê îmtîhanê winda bikin”

“Hz. Muhammed rêberê heq û edaletê ye”

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir “Hz. Muhammed rêberê heq û edaletê ye. Werin em xwe bi benê Xwedê bigirin. Her kî/ê xwe bi benê Xwedê, edaleta Îslamê û dînê Xwedê bigire dê rizgar bibe” û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ger em ji Xwedê hez dikin divê em tabiê Hz. Muhammed bibin û rêya wî bişopînin. Ger em rêya Xweda û Resûlê Wî taqîb nekin û ger me rêya zalim û dijminên Îslamê taqîb nikin ew ê negihijin hedefa xwe ya li dinya û axretê. Em ê li dinyayê jî winda bikin. Ew ê zalim, xaîn û dîktator me bixapînin. Ger em rêya Pêxemberê xwe bişopînin em ê bigihijin hedefên xwe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.