“Ger esnaf sîftahê nake û dikana xwe digre ev yek dêherî zêde tesîrî hikûmetê bike”

“Ger esnaf sîftahê nake û dikana xwe digre ev yek dêherî zêde tesîrî hikûmetê bike”

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgutê ku li Diyarbekirê dikandaran ziyaret kir destnîşan kir digel ku dikandar dikanên xwe vedikinsîftahê nakin û dikanên xwe digrin.

Vedat Turgutê Endamê GÎKê yê HUDA PARê û heyeta pê re li Diyarbekirê dikandaran ziyaret kir û derd û kulên dikandaran guhdar kir. Turgutê ku dikandaran ziyaret kir  destnîşan kir digel ku dikandar dikanên xwe vedikin  sîftahê nakin û dikanên xwe digrin.

 “Dikandarê ku nikare debara xwe bike heye”

Turgut piştî ziyaretên ku kir re endamên çapemenîyê ji rewşa ne baş a dikandaran agahdar kir. Turgut di daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê li taxa 5 Nîsanê veguherîna bajarvanî bê kirin, ger ev yek neyê kirin dê xelk û esnaf bibin mexdûrîyet.

Turgur di berderwama axavtina xwe de diyar kir îro me dikandarên Kolana Emekê ziyaret kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di netîceya ziyareta ku me kir de me vê dît: bi rastî jî esnaf mexdûr in. Me dît ku gelek dikandar sîftahê nakin û dikanên xwe digrin, hetta hinek dikandar hetta mehekê qet sîftahê nakin. Nifûsa Taxa 5 Nîsanê ya Baxlarê  nêzî 70 hezaran e, divê li vê derê veguherîna bajarvanîyê bê kirin. Heta ku ev veguherîn neyê kirin dê mexdûrîyeta xelk û dikandarên me berdewam bikin. Me muşahede kir ku dikandar dikanên xwe digrin  an jî ketine asta girtinê.”

 “Esnaf sîftahê nake û dikana xwe digre”

Turgut di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Tirkîye bigihije îstîqrarê, heke na ew dikandar mecbûr bimînin ku dikanên xwe bigrin ku ev yek dê herî zêde li hikûmetê tesîr bikin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Diyarbekir, Riha û Mêrdîn li ser sînor in. Niha derîyên sînoran girtîne, ji derbasbûna her tiştî re destûr nayê dayîn, bac tên zêdekirin ku ev tev tesîreke nebaş li ser ticareta herêmê dikin. Divê rayedar çareyekê ji vê yekê re peyda bikin. Divê li welat îstîqrar hakim bibe. Heke na ew ê esnaf birçî bimîne. Ger esnaf sîftahê nake û dikana xwe digre ev yek dê  herî zêde tesîrî hikûmetê bike.”

Turgut di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê wek HUDA PARê bibin taqîbkarên van probleman û ew ê guhdarkirina mişkîle û problemên dikandaran bidomînin.

ÎLKHA
































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.