"Ger hûn qanûnên Xwedê bavêjin alîyekî hûn nikarin bi zînayê re micadele bikin"

"Ger hûn qanûnên Xwedê bavêjin alîyekî hûn nikarin bi zînayê re micadele bikin"

Serokomar Erdogan berî niha derbarê “sûc hesibandina zînayê” de dest nîşan kiribû ku “me xelet kir.” Mele Beşîr Şîmşekê ku qala daxuyanîya Erdogan kir derbarê mijarê de diyar kir divê hinek cezayên wisa hebin ku pêşîya zînayê bigrin.

“Ji ber ku cezayên pêxîmker tunene sûcê zînayê zêde bûn”

Şîmşek di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê mijarê de diyar kir ji musîbetên mezin ên ku îro civak di nav de ye yek  jî zîna ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi rastî jî ev musîbet îro civaka me tarûmar kiriye. Hûsûsa zînayê; ne ferd hişt ne jî malbat, her ku diçe civakê tarûmar dike û dixe rewşeke nebaş. Biya min sebeba vê yekê jî hikûmeta ku sûcê zînayê  di bergeha Yekîtîya Ewrûpayê de wek sûc hesibandin ji holê rakirine. Lewra  ji ber ku bo zînayê cezayên pêxîmker tunene û bi qanûnê ji zînayê re weke ku destûr hatiye dayîn û hatiye serbestberdan zîna ev qas zêde bû.  Ji ber ku cezayeke pêxîmker tuneye însan weke ku ji zînayê re tên teşwîqkirin. Ev yek jî dibe sedem ku civakê bi xetereyeke mezin re rû bi rû hiştiye.”

 “Divê ew cezayên derbarê zînayê de ji ber çavan bên derbaskirin”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê bi qanûnan wek sûc hesibandina zînayê ji ber çavan bê derbaskirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pêwîst e ew cezayên derbarê zînayê de ji ber çavan bên derbaskirin û divê cezayên pêxîmker bên dayîn.Heke nane mimkûn e pêşîya vê pîsîtîyê bê girtin.  Elbet ev yek wezîfeya hikûmetê ye û niha derdor û şert û merc ji vê yekê re musaîd in. Bi heman awayî televîzyon, înternet û medyaya civakî jî zînayê hêsantir dike û dibe sedem ku sûcê zînayê bi hêsantir bê kirin. Divê ev yek ji ber çavan bên derbaskirin. Bêmanewîyatkirina civakê jî dibe sedem ku ev guneh û munkerat belav bibin. Biya min divê li van bê dîqqetkirin.”

 “Bo terbîyeya Îslamî hakim bibe divê hewil bê dayîn”

Şîmşekê ku diyar kir di warê micadeleya bi zînayê re divê civak jî wezîfeya xwe bi cî bîne derbarê mijarê de axavtina xwe wisa domand: “ Elbet, di vî warî wezîfeyên dê û bav û tememê Mislimanan hene ku pêwîst e wanan bi cî bînin. Bo terbîyeya Îslamî hakim bibe divê hewil bê dayîn. Feqet divê ev yek neyê jibîrkirin cezaya sûcê zînayê hukmeke ku li gor Îslamê hatiye dayîne. Ew Xwedayê ku qanûndayînkarê esil e, çawa ku di temamê warên din de xwedî hukum be bi heman awayî di warê sûcê zînayê de jî xwedî qanûn e, yanî qanûnekî Wî heye. Li gor Qur’an û sunnetê cezaya vê yekê diyar e. Ger hûn derkevin derveyî vê yekê û deynin alîyekî vaye ew ê ev rewşa niha derkeve holê.”

 “Ew danasîna zînayê ya ku Xweda kiriye ger bê hisabkirin û bi vê yekê cezayek ji sûcê zînayê re bê dayîn dikare li ber sûcê zînayê bê girtin”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di nav civakeke Misliman û dewleteke ku ferdên wê Misliman in dijîn û dema ku ev yek li ber çavan bê girtin wê demê civak dikare ji guneh û fitneyan bê parastin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger hûn qanûnên Xweda yên derbarê zînayê de bavêjin alîyekî hûn nikarin bi zînayê re micadele bikin. Ji ber wê yekê divê hûn li gor qanûnên Xweda hereket bikin. “

Şîmşek di dawîya axavtina xwe de bo pêşîya sûcê zînayê bê girtin destnîşan kir divê emrê zewacê bê daxistin û wekî divê zewac bê hêsankirin.

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.