“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

“Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe bila nîşanî me bidin”

Zarokên Hamdullah Demîrtaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi salan di girtîgehê de tê girtin û nexweş e destnîşan kirin, bavên wan belesebeb û bi neheqî hatiye girtin û tê cezakirin.

Di wan salên 90î û 2000an de ji teref JÎTEM, PKK û FETO ve bêhed û bêhisab zext, qetlîam û cinayet li kesên dîndar û mutedeyyîn hatin kirin û kesên dîndar  û mutedeyyîn ên ku bi hewlên xwe mecbûr man ku xwe ji van qetlîam û cinayetan mihafeze bikin bi komplo û kumpasan hatin mexdûrkirin ku hêj mexdûriyetên van kesên dîndar berdewam dike. Kesên Yûsufiyên ku li wan zilm û tehdayî hatine kirin û bi salan di girtîgehê de tên girtin niha li benda edalet û azadiyê ne.

Ji van Yûsifiyên ku  ji teref rêxistinên qirêj ve hatine mexdûrkirin û hêj di girtîgehê de ne yek jî Hamdullah Demîrtaş e. Malbata Demîrtaşî derheqê mexdûriyeta ku dewam dike de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Malbata  Hamdullah Demîrtaşê 60 salî yê ku xwediyê 8 neviyan e û niha di girtîgeha Mûşê de dimîne, ji wê nedîtina êş û elemên ku heta niha hatine kişandin re bertek nîşan da û wiha got: “Ger li Tirkiyê serdestiya hiqûqê hebe , bila vê yekê nîşanî me bidin.”

Emrullah Demîrtaşê ku lawê Hamdullah Demîrtaş e derheqê rewşa bavê xwe de diyar kir tu zirara bavê wî negihaştiye tu kesî; bereks ew û ji bo civakê xebitiye û xizmetên bi xêr kiriye. Law Demîrtaş dû re diyar kir ji bo neheqî û bêhiqûqiyên ku hatine kirin divê pêşiya darizandina ji nû ve bê vekirin.

“Em bawer dikin ku ew ê sibe li hizûra Xwedê temamê edaletê bê tesîskirin”

Demîrtaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir weke bavê wî bi sedan kesên mexdûr hene ku ew belesebeb di girtîgehê de tên girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Bavê ji ber ku berê di camiyan de dersên camiyê dida zarokan  hat girtin di girtîgehê de ye ku vê yekê bi pereyan jî nikare bide kirin û bide xwendin. Niha dewlet ji bo nesla dîndar perwerde bike pere dide. Bavê min û hevalên wî wê demê ji tu kesî tiştekî hêvî nekirin û bes ji bo riza Xwedê xebitîn û ji ber vê yekê di girtîgehê de tên girtin. Tu sûcê bavê min tuneye û  wek bavê min bi sedan kes hene.

"Ger Mislimantî sûc be em tev de sûcdar in, lewra em tev  Misliman in!"

demîrtaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger Mislimantî sûc be em tev de sûcdar in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ger Mislimantî sûc be em tev de sûcdar in, lewra em tev  Misliman in!Însanên bi îman difikirin û bawer dikin ku li dinyayê di hemû şêranî û êşan de xêr heye. Em jî wisa difikirin.Dibe ku di hindirbûna wî de jî xêrek heye û dibe ku derkeve derve jî xêrek tê de hebe.  Bavê bes ji ber ku jiyaneke Îslamî jiyaye û xwediyê nasnameya Îslamî ye di girtîgehê de tê girtin. Ji ber ku bavê min nesûcdar e. Hemd ji Xwedê re ku tu sûcê bavê min û dostên wî tuneye. Em dixwazin bila dosyayên wan ji nû ve bê vekirin û bila ew ji nû ve bê darizandin. Ger  li Tirkiyê serdestiyê hiqûqê hebe bila vê yekê nîşanî me bidin; lê berevajiya wê ger hiqûqa serdestan hebe tiştekî ku em bikin tuneye. Em bawer dikin ku ew ê sibe li hizûra Xwedê temamê edaletê bê tesîskirin.”

Law demîrtaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir bavê pir nexweş e û ji ber nexweşiya xwe nikare xwarinên girtîgehê bixwe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew hakim û dozgerên ku ceza dan bavê min û hevalên wî niha di girtîgehê de ne, madem rewş ev e gelo çima bavê min û hevalên wî hêj di girtîgehê de ne?”

Mukaddes Demîrtaşa xanima Hamdullah Demîrtaş e derheqê mijarê de diyar kir ew bawer nake çima di girtîgehê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin ku bila dosya ji nû ve bên vekirin û bila ji nû ve bên darizandin. Lewra bi neheqî û belesebeb ceza ji wan re hat dayîn û di girtîgehê de tên girtin.”(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler