Ger me Pêxemberê xwe baş nas kiribana ummet dê ne di vî halî de bana

Ger me Pêxemberê xwe baş nas kiribana ummet dê ne di vî halî de bana

Welatîyên Sêrtî yên ku derbarê Qandîla Mewlûdê de axivîn destnîşan kirin “Em Pêxemberê xwe baş nas nakin. Ger me ew baş nas kiribana ew ê aştî û hizûr hatibana dinyayê, ummet ne di vî halî de bana û bombe bi ser Filistînî de nebarîbana.”

Nûçegihanê ÎLKHAyê ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê mîkrofanê dirêjî Sêrtîyan kir. Xelkê Sêrtê yê ku derbarê mijarê de axivî hinek ji wan peyamên muhîm dan û hinek ji wan jî gotin em wî baş nakin ku ev yek kêmasî ye.”

 “Ger me Pêxemberê baş nas kiribana dê bombe bi ser Filistînê de nebarîbana”

Sêrtîyê bi navê Muhammed Yunus Sevînçê ku derbarê mijarê de diyar kir “Alema Îslamê ji zilma siyonîstan re bêdeng dimîne ku sedema vê yekê bi şikleke baş Pêxemberê me nenaskirin û di rêya wî de neçûn e” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku qala Qandîlê tê kirin Pêxemberê me Hz. Muhammedê ku rêber û pêşewayê dînê me û sembola aştî, merhamet û muhabbetê ye tê bîra min.” Pêxemberê me di sala 571ê de hat dinyayê. Dema ku ew hat dinyayê qesrên Kîsrayê hilweşîyan, ew agirê Mecûsîyan a ku hezar salî qet netefîya bû tefîya û gelek mucîzeyên bi vî awayî pêk hatin.  Ger me Pêxemberê xwe baş nas bikira ew ê hinek hewadîsên ku li Rojhilata Navîn pêk hatin dê neqewimîbana. Em dizanin ku niha bi ser Xazzê de bombe tên avêtin û alema Îslamê bêdeng e.  Ew alema Îslamê ya ku gelekî mezin e li dijî zilmên ku ji teref cihûyan ve tên kirin re bêdeng dimînin ku ev yek nîşan dide ku em di şopa Pêxemberê xwe de naçin. Ji bo ku em Pêxemberê xwe baş nas bikin divê em heyat û kesayetîya wî baş nas bikin û heyeta sehabîyên wî baş bixwînin.”

 “Civak Pêxemberê me baş nas nake”

Meryem Açikgoza ku derbarê mijarê de axivî diyar kirt berî ku Pêxemberê me were dinyayê di nav civakê de jiyaneke dereînsanî hakim bû û digel hatine Pêxemberê me însan gihaştin rizgarîyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger em ew taqîb bikira, ew ê temamê dinyayê wek bira jiyabana. Ji ber ku Misliman Pêxemberê me naşopînin tên kuştin. Divê em heftîya Mewlûda Nebî pir baş derbas bikin. Ev hefta ji bo naskirina Pêxemberê me fesendeke mezin e.  Ji bo ku gunehên Mislimanan bên efûkirin divê di vê heftîyê de rojî bigirin û Qur’anê bixwînin û di rêya Wî de biçin.”

Kesên bi navê Mehmet Nafîh Sevînç û Mehmet Çigir jî diyar kirin ger em di rêya Pêxemberê xwe de çûbana dê muhabbet û aştî hakim bûbana.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.