“Ger milîsên ku terefdarên Esed in destekê bidin PYDêTirkîyê dê ya pêwîst bike”

“Ger milîsên ku terefdarên Esed in destekê bidin PYDêTirkîyê dê ya pêwîst bike”

Arîkarê Serokwezîr Fikrî Işik derbarê têketina Efrînê ya milîsên terefdarên Esed de destnîşan kir “Ger milîsên ku terefdarên Esed in destekê bidin PYDêTirkîyê dê ya pêwîst bike.

“Ger Esed bo destekê bide hêzên PYD/YPGê tê Efrînê Tirkîye ji wê rêya ku dizane venagere û ew ê tiştê pêwîst bike”

Fikrî Işikê Arîkarê Serokwezîr ê ku bo ziyaretinan  çû Êlihê li Walîtîya Êlihê derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Işik di nirxandinên ku kir de derbarê operasyona Efrînê û derbarê têketina Efrînê ya milîsên terefdarên Esed de destnîşan kir: “ Ger rejîma Esed hizûrê xelkê xwe û aştîyê fikirîbana dê îro Sûrîye ne di vî halî de bana. Ger Esed bo micadeleya li dijî YD/YPGê tê Efrînê ser çavan; lê belê ger Esed bo destekê bide hêzên PYD/YPGê tê Efrînê Tirkîye ji wê rêya ku dizane venagere û ew ê tiştê pêwîst bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.