Ger Tirkek karibe bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne û li gor dilê xwe xeber bide

Ger Tirkek karibe bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne û li gor dilê xwe xeber bide

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Metîn Kaya destnîşan kir ger Tirkek karibe bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne, karibe bi zimanê xwe li gor dilê xwe xeber bide, divê Kurdek jî bi heman awayî karibe bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne.

Metîn Kayayê Serokê Bajara Diyarbekirê yê  HUDA PARê derbarê bangewazî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ya bangewazîya meseleya Kurdan de ji ÎLKHAyê nirxandinan kir û bang li rayedarên hikûmetê kir.

Kaya di axavtina xwe de destnîşan kir dewlet di bin navê “Pêvejoya Çareserîyê” de mafên Kurdan terkî însîyatîfa hêmanên çekdar kiriye û dû re wiha got: “Heqên Kurdan ne lutf in û nabin meseleya bazarê.”

“Pêvajoya çareserîyê bû pêvajoya zirardayîna Kurdan”

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel peymana Lozanê mafên Kurdan ji destên wan hatine standin û di wê Komareya Tirkîyê ya ku nû hatiye avakirin de jî cî nehatiye Kurdan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: Tiştê ku jê re dihat gotin ‘Pêvejoya Çareserîyê’ ji tehmê hat derxistin û bû pêvajoyeke ku zirar dida Kurdan. Lewra dewlet  wan heqên ku ji Kurdan re hatine dayîn bi çekê ve girê da, bi xwestekên wan hêmanên çekdar ve girê da. Bi wan Kurdên ku li herêmê çalak in û giranîya wan heye re qet pêwendî nehat danîn. Ji ber ku ev pêvajo bes bi hêmanên çekdar re hat kirin, dema ku navbera wan xera bû û pêvajoya çareserîyê jî rawestîya. Weke ku êdî mafên wan Kurdên din tuneye pêvajoyek derket holê. Ev pêvajoya ku tê de bes komek hatibû muhattabgirtin ji ber ku navbera dewletê û vê komê xera bû pêvajo bê netîce ma.”

“Mafên ku divê ji Kurdan re bê dayîn ne lutf in û divê nebin meseleya bazarê”

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PARê bo ew mafên Kurdan ên ku nayên dayîn bên rojevê xebatek dane destpêkirin û dû re wiha bang li rayedarên dewlet û hikûmetê kir: “ Mafên ku divê ji Kurdan re bê dayîn ne lutf in û divê nebin meseleya bazarê. Çawa mafên Tirkekî/ê ku li ser van axan dijîn hebin dibê ya Kurdekî/ê jî bi heman awayî hebe. Ger Tirkek karibe bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne, karibe bi zimanê xwe li gor dilê xwe xeber bide, divê Kurdek jî bi heman awayî karibe bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne û bi zimanê xwe xeber bide. Kurd jî wek Tirkan hêmanên eslî ne. Me xebatek da destpêkirin. Serokê me giştî li rayedarên hikûmetê re bangek kir Di vî warî de me gava ewil avêt. Înşallah ew ê berdewama wê were.”(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.