Girtina Emîne Şahîn ne hiqûqî ye

Girtina Emîne Şahîn ne hiqûqî ye

Parêzer Serdar Yazarê ku ji girtina Emîna Şahîna xwendekara zanîngehê re bertek nîşan da destnîşan kir girtina Emîne Şahîn ne hiqûqî ye û ev yek nayê qebûlkirin.

Ji girtina xwendekara zanîngehê ya beşa tipê ya ku li Edîrnê di merasîmên 10ê Mijdarê de ji ber gotinên ku gotibû hatibû girtin re bertek berdewam dikin. Parêzer Serdar Yazarê ku ji girtina Emîna Şahîna xwendekara zanîngehê re bertek nîşan da destnîşan kir girtina Emîne Şahîn ne hiqûqî ye û ev yek nayê qebûlkirin.

“Girtin ne hiqûqî ye, nayê qebûlkirin”

Parêzer Serdar Yazarê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir ji nehiqûqîya ku hatiye kirin re bertek nîşan da û maddeya 25emîn a makeqanûnê ya bi sernava ‘Hurrîyeta kanaat û ramanê’ di bîran xist û wiha axivî: “Hemû kes xwedî hurrîyeta kanaat û ramanê ye. Ji ber çi sedemê dibe bile bibe zext û zor li kesekî/ê nikare bê kirin da ku kanaat û ramanê xwe bîne zimên û tu kes jî ji ber kanaat û ramanên xwe nikare bê sûcdarkirin û şermezarkirin. Di vê çarçovê de qîza ciwan a xwendekara zanîngehê ya ku ji ber gotinên xwe yên  ‘Ataturk ne îlah e, qanûnên Xwedê hene. Ataturk qanûnan ji Xerbê anî’ di rojevê de ye ku ev qîz bi hinceta heqaretkirina ji xatirata manewî ya Ataturk hat girtin ku ev yek qetîyen nayê qebûlkirin û nayê fêmkirin.”

“Ew qerara ku bi destê darazê hatiye dayîn berberîyê dixe nava civakê”

Yazar di berdewama axavtina xwe de diyar kir gotina “Ataturk ne Îlah e” ne li dijî Peymana Mafên Însanî ya Ewrûpayê û Makeqanûnê ye vegotin dikeve bergeha azadîya kanaat û ramanê. Yazar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tiştê ku divê li ser bê sekinîn ne bergeha vê gotinê bi xwe ye; divê bê pirsîn û li ser bê sekinîn ka ew meqamên darazê yên ku qanûnan û azadîyên şexsî binpê kirine û bi şikleke keyfî muamele kirine ji kî cezaretê distînin? Ew qerara ku bi destê darazê hatiye dayîn berberîyê dixe nava civakê.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler