Gok: Niha tam wextê çareserkirina mesela Kurd e

Gok: Niha tam wextê çareserkirina mesela Kurd e

Namzedê parlamenterîyê yê Xweser yê Êlihê Aydin Gokê bal kişan ser hîle û desîseyên dewletên emperyalîst yên li ser Kurdan û îfade kir ku niha tam wextê çareserkirina mesela Kurd e.

Namzetê Parlamenterîyê yê Xweser yê Êlihê Dixtor Aydin Gok, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24ê Hezîranê de axivî û îfade kir ku êdî mesela Kurd ji meseleyek herêmî derketîye û bûye meseleyek navneteweyî. Neçareserkirina mesela Kurd bi taybetî deverê û bi gelemperî jî erdingarîya Îslamê di bin bandora xwe ya nerênî de dihêle.

Gok, di berdewama axavtina xwe wiha got: “Dewletên emparyalîst li ser erdingarîya Îslamê dewlemendîyê me yên li ser rûyê erdê û yên di bin rûyê erdê de tev talan dikin û li ser mezlûmîyeta gelê Kurd planên sînsî dikin.”

“Meseleya Kurd meseleyek li hêvîya çareserîyê ya mihîm e”

Gok, destnîşan kir ku koalîsyoneke Emerîka pêşkêşîya wê bike li vî memleketî xêra wê ji tu kesî re tineye, ev tiştekî eşkereye û wiha li axavtina xwe zêde kir, “Em ji bo heq û edalet were cîh û ev meslela dewletên emperyalîst îstîsmar nekin bangewazîya xwe ya di warê çareserkirina mesela Kurd dûbare dikin. Niha gelek meselyên li memleket eleqeya tevan bi meseleya Kurd heye. Dema mesleya Kurd bê çareserkirin li vî memleketê gelek meseleyên nehatîye çareserkirin dê tev bên çareserkirin.”

“Lazim e qedexe û zextên li ser ziman bi dawî bibe”

Gok, di dawîya axavtina xwe de wiha got, “Niha tam wextê çareserîyê ye. Yasayên çareserîyê ji bo Ewrûpa dixwaze divê neyê çêkirin, divê ji bo miletê me bighêje heq û mafên xwe û neqeqî bi dawî bibe û biratî bê tesîskirin ev mesele bê çareserkirin. Ji bo çareserîyê divê fikra dewleta ûslûs bê terk kirin û Kurd jî wek miletekî vî memleketî yê eslî bê qebûlkirin û ev jî bi qanûna bingehî bê xistin bin temînatê. Divê dawî li cudahîyên aborî, sîyasî, civakî û ya çandî bê kirin. Lazim e qedexe û zextên li ser ziman bên rakirin. Divê herkes bi zimanê xwe yê zikmakî bikaribe perwerdehîyê bibîne û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn.”

ÎLKHA


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler