Gotinên Xalid Meşal

Gotinên Xalid Meşal

Lîderê hamasê xalıd meşal herba 51 rojê nırxand û got “berxwedana fılıstînê heysîyet û qebîlîyetên eskerên sıyonîst xıstın bın lıngan”

Lîderê Hamasê Xalid Meşal, li Dohaya paytexta Qatarê, cara ewil piştî agirbestê derket pêş qamerayê û li ser herba 51 rojê xeber da.

Meşal destnîşan kir ku îmarkirina Ğezzeya xerabûyî, mesûliyeta hikûmeta lihevkirinê ya Filistînê û dunyaya azad e û wiha got: “Yekîtiya mîllî ya di navbera filistînîyan de bi îşgalê zexmtir bûye.”

Xalid Meşal weha dewam kir:

“Heysîyet û qebîlîyeta leşkerên ordiya siyonîst ên qaşo neqane, li ber berxwdana Filistînê ketine bin lingan. Rayedarên Îsraîla îşgalker li Ğezzeyê li pey zaferên xayalî ne. Di vê herba 51 rojê de îmaja dewleta xurt a Îsraîla rejîma îşgalker xera bûye û îmaja sûcdarê heqîqî derketiye holê. Herba li ser Ğezzeyê, em bêtir nêzîkî azadkirina hemû erda Filistînê kiriye. Di pêvajoya li pêşîya me de divê hêza Filistîn û Ereb bi kapasîteke tam bê bikaranîn.”

Meşal beyan kir ku sîleha berxwedanê muqeddes e û divê dûrî nîvengên niqaşan be.

Li aliyê din alîkarê serokê polîtburoya Hamasê Mûsa Ebû Merzûqê di heyeta Filistînê ya ji bo muzakereyan de bû, li bajarê Refahê civîna medyayî li dar xist û wiha got:

“Ji bo muzakereyan hê teqwîmek nehatiye tesbîtkirin. Hedefa ji destpêkirina muzakereyan a ji nû de, pêkanîna daxwazên xelkê me û şertên ku berxwedan dixwazin bên cî û em bighêjin agirbesteke çêtir e.”

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.