Grahamê Senetorê Amerîkayî: Şaxa siyasî ya YPGê bi PKKê re pêwendîdar e
Grahamê Senetorê Amerîkayî piştî hevdîtinên ku li Tirkîyê kir re destnîşan kir şaxa siyasî ya YPGê bi PKKê re pêwendîdar e.
Senetorê Partîya Komarevan ê Amerîkayî Lîndsay Graham piştî hevdîtinên bi Serokomar, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkîyê kir re li Enqerê daxuyanî da.
Graham di daxuyanîya ku da de derbarê YPGê wisa axivî: “ Divê em Tirkîyeya ku muttefîkê me ye biparêzin û wê problema ku me li Sûrîyê ji bo derxistiye holê çareser bikin. Şaxa siyasî ya YPGê bi PKKê re pêwendîdar e. Delîl di holê de ne.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.