Gumuş derbarê 17ê Çileyê û 40emîn salvegera damezrîna Cemaata Hîzbûllah de peyam weşand

Gumuş derbarê 17ê Çileyê û 40emîn salvegera damezrîna Cemaata Hîzbûllah de peyam weşand

Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbûllah ji ber minasebeta 19emîn salvegera şehadeta Rêberê Damezrîner ê Cemaata Hîzbûllah Huseyîn Velîoglu û 40emîn salvegera Cemaata Hîzbûllah peyamek weşand.

Ji teref Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbûllah ve ji ber minasebeta 19emîn salvegera şehadeta Rêberê Damezrîner ê Cemaata Hîzbûllah Huseyîn Velîogluyê ku di 17ê Çileya sala 2000an de li Stenbolê hat şehîdkirin  û ji ber minasebeta 40emîn salvegera Cemaata Hîzbûllah peyamek hat weşandin.

Gumuş di peyama xwe ya ku weşand de destnîşan kir digel temamê zehmetî û probleman, Cemaata Hîzbûllah ev 40 sal e di rêya ku danîye li ber xwe de bi biryar dimeşe.

Di destpêka peyama ku hat weşandin de ji Sûreya Tewbê Ayeta 111emîn “Bêguman Xweda, ji kesên bawermend malê wan û canê wan kiriye ku li beranberî wê teqez cennet ji wan re ye.  Ew di rêya Xwedê de şer dikin, dikujin û têne kuştin. Ev li ser Xwedê peymaneke rastîn e ku di Tevrat, Încîl û Qur’anê de daye bawermendan.  Ma ji Xwedê pê ve kî heye ku bêhtir peymana xwe bi cîh bîne? Naxwe ji bo vê danûstandina ku we bi Xweda re kirî, kêfxweş bibin. Ha ev e , serfirazî û rizgarîya mezin.” di bîran hat xistin.

“Ji salên ewil ên ku em ketin vê rêya pîroz vir ve bi sedan birayên me yên pîr û ciwan şehîd bûn ku Rêberê Cemaata me bi xwe jî di nav van şehîdan de ye”

Gumuş di berdewama peyama xwe de diyar kir “Îro 19emîn salvegera şehadeta Rêberê Damezrîner ê Cemaata me Huseyîn Velîoglu ye. Di 17ê Çileya sala 2000an de Rêberê me yê Şehîd şerbeta şehadetê vexwar” û dû re wiha got: “Ji salên ewil ên ku em ketin vê rêya pîroz vir ve bi sedan birayên me yên pîr û ciwan şehîd bûn ku Rêberê Cemaata me bi xwe jî di nav van şehîdan de ye. Di mekteba me şehadet qeybek nîne; berewajî ji hêla axretê ve qezenceke mezin û ji hêla dinyayê ve jî mîzgîndarê zaferê ye. Ji ber vê minasebetê  em Rêberê xwe yê ku evîndarê Pêxember û fedaîyê Îslamê ye û wan şehîdên Îslamê bi rehmet û hurmet yad dikin.Mîrasa herî mezin a ku Rêberê me Şehîd Huseyîn Velîoglu ji me re hiştiye cemaata me ye. Em ketin 40emîn salvegera damezrîna Cemaata Hîzbûllah.  Bi vê wesîleya salvegera damezrîna Cemaata Hîzbûllah ez dixwazim qala hinek meseleyên muhîm ên ku cemaata me bi wan re rûbirû maye bikim.”

 “Cemaata Hîzbûllah di sala 1979an de bi bawerî û berpirsîyarîya muhafezekirina civaka Misliman hat damezrandin”

Gumuş di berdewama peyama xwe de qala zehmetî, problem û meseleyên muhîm ên ku Cemaata Hîzbûllah ji roja ku hatiye damezrandin vir ve bi wan re rûbirû maye kir û wiha got: “ Cemaata Hîzbûllah di heyam û qonaxeke wisa de hat demazrandin ku di wê heyam û qonaxê de bi giştî li erdnigarîya Îslamê û bi taybet jî li memleketê me îdeolojîyên îlhadî bi şikleke sîstematîk dihatin belavkirin, bi wasitaya van îdeolojîyan xelkên Misliman û nexasim jî xortên Misliman ji Îslamê dihat dûrkirin, li hember Îslamê şer dihat kirin û hewil dihat dayîn civak ji Îslamê dûr kevin. Cemaata Hîzbûllah di vê heyam û qonaxa ku Mislimana lê pir zeîf bûbûn de ji bo li doza Îslamê xwedî derkeve, Mislimanan biparêze, civaka Mislimanan muhafeze bike  di sala 1979an de hat damezrandin.

 “Cemaata Hîzbûllah digel temamê zehmetî û probleman ev 40 sal e di rêya ku danîye li ber xwe de bi biryar dimeşe”

Rêberê Cemaata Hîzbûllah di berdewama peyama xwe de derbarê pêvajoya bi zehmet a ku Cemaata Hîzbûllah lê rûbirû maye de wiha axivî: “Cemaata Hîzbûllah, digel temamê şert û mercên neyînî û bêderfetîyên maddî, bes bi alîkarîya Xwedê û bi fedakarî û ezma ferdên xwe yên bi ixlas ket vê rêya pîroz. Ev 40 sal e ku bi biryar meşa xwe ya li ser vê rêya pîroz dimeşîne. Bêhed û bêhîsab hemd û sena ji Rebbê me yê ku em gihaştandin van rojan.

Elbet ev 40 sal wisa bi hêsanî derbas nebûn. Di vê pêvajoya ku bi micadeleya Îslamî derbas bû de, em li rasta gelek zêde zehmetî û probleman hatin, ji gelek  rewşên bi tehlûke derbas bûn. Em li rasta îşkence, boykot û muhaceratê hatin. Îftîra li me hatin kirin, derbarê me de tiştên derew hatin gotin, ji bo em ji holê bên rakirin êrîş li me hatin kirin, komplo derbarê me de hatin amadekirin û îxanet li me hatin kirin. Encax,  bi alîkarîya Xwedê û bi biryardarîya birayên me, em bi hêztir bûn û em gihaştin van rojan. Em nikarin bi çend gotinan qala van tiştan bikin. Encax digel van tiştan em çi qas ji Rebbê xwe re hemd û sena bikin ne bes e; lewra Xweda kire nesîbê me ku em li ser têgihiştin û prensîba wehdeta Mislimanan û îqameya Ummetê bi hessasîyeta Îslamê ya wek roja ewil a ku me dabû rê, em bigihijin îro.

 “Me li dijî temamê xebatên îfsad, asîmîlasyon û jiholêrakirinê serî li xebatên teblîx, îrşad û islahê da”

Me ji roja ewil vir ve li dijî temamê xebatên îfsad, asîmîlasyon û jiholêrakirinê serî li xebatên teblîx, îrşad û islahê da û em hewl da li ber xwe bidin. Hemd ji Xwedê re ku em vê micadeleya xwe bi heman ezm û bi biryarîyê didomînin.

Ew rêxistinên mîlîtarîst, ateîst û laîk ên ku ji teref wan hêzên li derve û hundir ên ku dijminên Îslamê ne ve  tên destekkirin,  hewl didan plan û projeyên xwe yên şeytanî li ser xelkê Mislimanan tetbîq bikin; lê belê me li gor hêz û derfeta xwe li dijî van plan û projeyên şeytanî rawestîyan û me nehişt ku bigihijin hedefên xwe.

Em bi rihetî dikarin bibêjin; ji roja ku em hatine damezrandin vir ve di wê pêvajoya micadelê de em li dijî wan armanc û hedefên hêzên şer ên îlhadî yên li ser îmana neslên me bûn asteng  û me micadele da da ku nasnameya esil a civakê û nirxên manewî yên civakê zirarê nebînin.

 “Ji ber ku me planên emperyalîst û siyonîstan xera kir, cûrbecûr êrîş li me hatin kirin”

Me  ji alîyekî ve hewl da rê li ber tetbîqkirina planên dijminên Îslamê bigrin û ji hêla din ve jî dîsa me hewl da da ku civak li ser nirxên Îslamî ji nû ve bê avakirin, xelkê me bi şiûr bibe. Bi vî awayî me hewl da û fealîyetan kir da ku em li dijî tehlûkeyên  ku berê xwe dane Îslamê bibin hêzek. Ji ber ku me planên emperyalîst û siyonîstan xera kir, ji derve û ji hundir cûrbecûr êrîş li me hatin kirin. Hêj ji sala ewil a damezrîna me vir ve îftîra li me hatine kirin, derbarê me de tiştên nerast hatin gotin,  gef li me hat xwarin û di talîyê de jî êrîş li me hatin kirin û bi îşkence, heps û zindanan, bi înfazên bêdaraz û komployên cûrbecûr xwastin ku me îmha bikin.

“Hedefa me ya ewil islahkirina civakê û rizgarîya ebedî ya civakê ye”

Digel temamê van zehmetî û tiştên ku hatine kirin me  hewla parastina îstîqameta xwe , qerardarîya xwe û wan nirxên ku em di oxira wan de micadele dikin da. Digel derheqê me de derew hatibin gotin û îftîra li me hatibin kirin jî, me tu carî îftîra li tu kesî nekir.  Digel ku gelek neheqî li me hatibin kirin û bi şikleke bê pîvan êrîşî can û malê me hatibe kirin jî me sebir kir. Her tim me ji xwe re Qur’an û Sunnetê esas girt û me hewl da li gorî riza Xwedê hereket bikin û înşallah em ê vê xeyreta xwe ji îro pê ve jî bidomînin.  Hedef û armanca me qezenckirina meqamên dinyewî û nefîsî nîne. Hedefa me ya esil li hember Rebbê xwe bi heqqê wê kirina wezîfeya evdîtîyê ye û ji vê dinyayê weke ku ew ji me razî be koçkirin e.Digel bicîanîna vê wezîfê ji wesîlê bûna rizgarîya ebedî û islaha vê civakê jî di nav armnac û hedefên me yên esil de ye.

 “Cemaata Hîzbûllah di temamê dîroka xwe ya micadelê de kerwaneke şehîdan derxistiye holê”

Cemaata Hîzbûllah di temamê dîroka xwe ya micadelê de bi mensûbên xwe yên ku ew perwerde kirine û xwe fedayî vê dozê kirine kerwaneke şehîdan derxistiye holê. Ji Rêberê cemaatê bigire heta Elîyê ku di emrê zarokan de ye, Alimê Îslamê Şêx Zekî, Muhammed Atayê dîlawer û Xaltîya Zeyneb gelek jin û mêr û biçûk û mezin di vê oxira Îslamê de şehîd daye. Cemaata Hîzbûllah mektebeke şehadetê ye ku di wê mektebê de Mislimana kitêba Xwedê û sunneta Resûlullah li gor derfetên xwe di jiyana xwe de tetbîq dikin.

Wek Cemaata Hîzbûllah di pêvajoyê de me hewl da civaka me ji hêla maddî û manewî ve pêşve biçe, nirxên me bên parastin, çand û kevneşopî û orf û adetên me yên Îslamî bên domandin; dîsa me hewl da li dijî temamê teşebûsên ku ne aîdî me ne û tên xwestin li ser xelkê me bên ferzkirin birawestin û me xebat û fealîyetan kir da ku xortên me bên muhafezkirin û xelkê me bi şiûr bibe.

Di vê çarçovê de me xebatên perwerdehî û islahê bênavber domand. Perwerdehîya ku me dida perwerdehîyeke ji rêze nîn bû; me di perwerdehîya ku dida de hewl dida jiyana ferdî, malbatî û civakî li gor esasên Îslamê bin. Lewra hedefa me ya di perwerdehîyê de damezrandina ferdê Misliman, malbata Misliman û civaka Misliman e.

“Me giranîya xwe da wan xebatên perwerdehîya Îslamî ya ku xîtabî hemû kesî dikin”

Em ji alîyekî ve bi perwerdehîya civakê re mijûl dibûn û ji alîyê din ve jî me bi feqîrtî, cehalet û îhtîlafên di nav civakê de re micadele dikin. Ji Rebbê me hemd û sena be ku em di vî warî de pêşve çûn. Him li bajaran û him jî li guhdan me giranîya xwe da wan xebatên perwerdehîya Îslamî ya ku xîtabî hemû kesî dikin. Bi heman awayî me gelek zêde hewl da da ku pîrek ji vê perwerdehîyê mahrûm nemînin û me di vî warî de gavên muhîm û pêwîst avêt.

 “Me xebatên taybet kir da ku jiyana malbatî bê parastin”

Em li dijî wê xerabûna malbatî rawestîyan û li dijî wê jirêderketîbûnê, tazîtî û sefîhîtîyê micadeleyeke muhîm da.  Li dijî xebar, armanc û hedefên pergala Kemalîst û dijminên Îslamê yên ku ji bo emperyalîstan dixebitin, me hewl da tesettur û hîcabê di nav civakê de belav bikin û jiyana malbatî ya ku li gor bawerî, exlaq, orf û adetên civaka me şikil girtiye bê parastin. Me ji bo vê yekê hewldaneke taybet û da.

“Me hewl da şebekeyên îfsadê bên deşîfrekirin û zirarên wan ji holê bên rakirin”

Me li dijî rezîltî û fuhuşa ku ji teref rêxistinên tarî ve  di çarçoveya bernameyekê de dihat xwestin bê belavkirin micadele da û wext hat me di vê micadelê de bedel jî da. Dîsa me hewl da civakê li dijî wan organîzasyon û fealîyetên bêexlaq ên ku pê dihat xwestin civak ji eslê xwe dûr keve, muhafeze bikin. Me li dijî belevkirina eraq, qumar, tiryak û fuhuşa wan rêxistinên organîzasyonê ya ku dijminê Îslamê ne, sînga xwe da li ber gelek zehmetîyan û me hewl da xortên xwe muhafeze bikin. Me di vê oxirê de şehîd dan.

“Em bûn hedefa dijminên Îslamê yên li hundir û derve û em ji teref van ve hatin hedefgirtin”

Dema ku me ji bo islaha civakê wezîfeya emrî bîl maruf nehyî anîl munker bi cî dianî, em bûn hedefa dijminên Îslamê yên li hundir û derve û em ji teref van ve hatin hedefgirtin. Ew rêxistinê mulhîd a ku bi tehdîd û şantajan berê wan dan li ser me, bi berxwedana birayên me û li hember mudafaya meşrû hilweşîya û têk çû. Ji ber vê yekê ew sazîyên çapemenîyê yên ku di kontrola endamên rêxistinên tarî û kûr de bûn, îmkanên dewletê jî bi kar anîn û bi tevahî propagandaya îftîra û reşkirinê dan destpêkirin. Di pey vê yekê de pêvajoya îşkence û girtinan dest pê kir.

 “Hêj bi sedan birayên me bi şiklekî bêhiqûq di girtîgehan de tên girtin”

Di pêvajoya me ya micadelê ya ku 40 salan berdewam kir de bi sedan birayên me hatin şehîdkirin û bi hezaran însanên me ji îşkenceyan hatin derbaskirin; hêj ceseda hinek birayên me nehatiye dîrin û hinek ji wan jî bêyî ku bên darizandin bi şikleke wehşîyane hatin şehîdkirin. Bi hezaran birayên me hatin avêtin zindanan û cûrbecûr ezîyet li wan hatin kirin û niha jî bi sedan birayên me bi şikleke bêhiqûq di girtîgehê de tên girtin. Bi vê wesîlê em wan birayên xwe yên di zindanê de ji ber metanet û rawestîna wan a Îslamî tedqîr dikin û silavên xwe ji wan re dişînin.

“Em li dijî wê wehşeta ku ji êrîşên hovane yên salên 90î xirabtir bûn nikaribûn bêdeng bimînin û em bêdeng neman”

Di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de li hember Mislimanan êrîşên ji holê rakirinê û ji bo tunekirina doza Îslamê wehşetek hat pêşîwazîkirin. Ji ber ku însanên me yên pîr û ciwan bi rih bûn û ji ber ku pîrekên me bi hîcab bûnêrîş li wan hatin kirin, ji bîlî vê êrîl li camî û kursên me yên Qur’anê hatin kirin. Em li dijî wê wehşeta ku ji êrîşên hovane yên salên 90î xirabtir bûn nikaribûn bêdeng bimînin û em bêdeng neman. Ev êrîş li gor bername û daxwazên emperyalîstan dihatin kirin ku em li dijî van êrîşan li ba xelkê xwe cî girt û wan êrîşên ku li xelkê me hat kirin me weke ku li me hatiye kirin qebûl kir û li gor derfet û îmkanên xwe me dayîna bedelê jî da ber çavên xwe û li dijî van êrîşan rawestîyan.

 “Ew kesên ku bawerîya xwe bi hêzên emperyalîst tînin û li gor vê yekê hereket dikin di nav xeflete û îxaneteke mezin de ne”

Wek Cemaata Hîzbûllah ji roja ewil heta îro me her tim got ku problemên li erdnigarîya Îslamê meseleyên naxweyî yên ummetê ne û divê ev yek di nav me de bên çareserkirin û divê ji mudaxeleya hêzên emperyalîst re derfet û îmkan bê dayîn û me helwesta xwe her tim di vî warî de nîşan da.  Îro li holê ye ku ew kesên ku hêza xwe ji emperyalîstan distînin û hewl dan li ser vê erdnigarîya Îslamê hakim bibin ji xwîn, êş û elem, rondikê çavan û zilmê ve tiştek neanîn li ser vê erdnigarîyê. Ew kesên ku bawerîya xwe bi hêzên emperyalîst tînin û li gor vê yekê hereket dikin di nav xeflete û îxaneteke mezin de ne.

“Em ji vê derê îlan dikin ku em amade ne bi tecrube û kadroya xwe ya 40 salene ji bo rizgarîya Qudsê bedel bidin”

Qudsa ku qibleya ewil a Mislimanan e, Quds çawa ji bo temamê Mislimanan xwedî cihekî taybet bê bi heman awayî ji bo me jî ev yek derbasdar e û xeta me ya sor e. Me her tim vê yekê anî zimên û me hewl da di nav gel de hesasîyetekê pêk bînin. Bi heman awayî em bang dikin û dibêjin ku ewlehîya erdnigarîya Îslamê ji ewlehîya Qudsê derbas dibe ku em bi vê hesasîyetê ji bo rizgarîya Qudsê bang li Mislimanan dikin da ku tiştên pêwîst bo rizgarîya Qudsê bê kirin.

Em ji temamê alema Îslamê re û ji temamê camîayên Îslamî re bang dikin da ku xwe ji dijminên dîrokî muhafeze bikin û dev ji pevçûn û berberîyan berdin û em temamê îmkan û derfetên xwe seferber bikin da ku em wan siyonîstên dijminê Îslamê yên ku hewl didin me ji holê rabikin werin ba hev û bibin yek. Em ji vê derê îlan dikin ku em amade ne bi tecrube û kadroya xwe ya 40 salene ji bo rizgarîya Qudsê bedel bidin. Em ê xwe ji wan gavên ku dê di vî warî de bên avêtin qetîyen nedin paş û em ê di vê oxirê de destekê bidin wan şexs, cemaat, rêxistin, sazî û dewletên ku di vê oxirê de bixebitin. Em vê yekê ji xwe re wezîfe dizanin.

Bi heman awayî em dîsa amade ne ku ji temamê xelkê Misliman ên ku li çar alîyê dinyayê tên qetilkirin, zilm li wan tên kirin û ji welatên xwe tên derxistin û dîsa em amade ne ku ji birînên wan re bibin derman û derfet û îmkanên xwe ji bo wan seferber bikin.

 “Temamê Mislimanan tiştê ku ji qewmê xwe re heq dibînin divê ji birayên xwe yên Kurd ên Misliman re jî heq bibînin”

Temamê Mislimanan bira ne. Tirk, Kurd Fars, Ereb û hwd. ji kîjan qewmî dibe bila bibe temamê Mislimanan wek dinanê şeyekî wek hev in.  Qewmên Misliman tev di çarçoveya Îslamê de dikarin ziman çand, orf û adetên xwe bijîn. Serdestîya yekî ji wan li ser a din tune ye. Kurd jî gelekî Misliman e.  Divê ew jî bibin xwedîyê wan heqên Îslamî û însanî yên ku bi xelkên din re hene. Ji kîjan qewmî dibe bila bibe divê temamê Mislimanan bi şiûra şahidîyeke adil hereket bikin û tiştê ku ji qewmê xwe re heq dibînin divê ji birayên xwe yên Kurd ên Misliman re jî heq bibînin.

Cemaata me ji bo Kurd ji Îslamê neyê dûrxistin û berê wan neyê dayîn kafiran û ji bo ku nebin pêlîstoka wan çi tişt ji destên wî bê dê bike. Cemaata me vê yekê ji temamê îdarevanên Misliman, şexsîyet û camîayên Îslamî jî teleb dike. Cemaata Hîzbûllah vê yekê  ji xwe re wek wezîfeyeke Îslamî dibîne.

 “Ji bo ku em karibin şerên kafiran def bikin û kemînên zalim û fasikan xera bikin divê em bi hêz bin û amadehîya xwe bikin”

Heta îro ew hêzên tarî temamê îmkanên xwe bi kar anîn û hewl dan darbe li dozê bixin û pêşîya wê bigirin. Encax  ne ew hêzên tarî û ne jî kemînên ku danîbûn bi ser neketin û negihaştin armanc û hedefên xwe. Bi hemana awayî ew kesên ku bi zanebûn û an jî bêzanebûn hatin lîstika şeytanên însî û cinsî û îxanet li dozê kirin û hewl dan dozê parçe bikin  jî negihaştin armanc û hedefên xwe û ew bi vê helwesta xwe axreta xwe xistin tehlûkê.  Doza Îslamê dozeke pîroz û muqaddes e. Ji bo ku em karibin şerên kafiran def bikin û kemînên zalim û fasikan xera bikin divê em bi hêz bin û amadehîya xwe bikin. Divê Mislimana bi şiûra ummetbûnê hereket bikin û xwe ji tefrîqayê muhafeze bikin  û di nav xwe de wehdetê tesîs bikin.  Wehdeta ummeta Îslamê divê bibe armanc û hedefa herî mezin a Mislimanan.

Rebbê me, taqsîrat û gunehên me yên biçûk û mezin û yên ku em wan dizanin û nizanin efû bike û îstîqamet, yekîtî û hebûna me muhafeze bike û vê yekê û xeyret û hewldanên me ji bo xwe qebûl bike.

Emanetî Xwedê bin

Birayê we Edîb Gumuş.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.