Gundiyan ji rêya ku asfalta wê xerabûye re bertek nîşan dan

Gundiyan ji rêya ku asfalta wê xerabûye re bertek nîşan dan

Gundê ku 10 kîlomêtre ji Êlihê dûr e piştî ku asfaltkirina wê qediya ji trafîkê re vebû. Lê di demekî kurt de dûbare xera bû.

Gundê ku 10 kîlomêtre ji navçeya Bişêriya Êlihê dûr e piştî ku asfaltkirina wê qediya ji trafîkê re vebû. Lê di demekî kurt de dûbare xera bû. Ji ber vê yekê gundiyan ji vê rewşê re bertek nîşan dan.

Nişteciyên Gundê Êzikajor a 10 kîlomêtre ji navçeya Bişêriya Êlihê dûr e ji ber ku ev rêya nû ya ku hatibû çêkirin di demekî kurt de dîsa xera bûye bertek nîşan dan. Gundiyan destnîşan kirin ku ev 7 sal e hêvîdar in ku rê were çêkirin.

Ji nişteciyên Gundê Êzikajor Mehmet Ekîcî diyar kir ku rê perçe perçe dibe û heke wesayîteke bargiran ji ser vê rêyê derbas bibe dê rê bibe wekê ya berê.

Ekîcî wiha axivî: “Ev 7 sal bû ku em hêvîdar bûn da ku ev rê were sazkirin. Piştî hewldana me hatin rêyê saz kirin. Rêya me ji teref mitehhîtekî ve hat sazkirin. Lê bi şiklekî beqem hat çêkirin. Rê bûye wekê miciran. Hêj heftiyekî rêya me neqeda xera bû. Daxwaziya me ew e ku dewlet were bi şiklekî çêtir vê yekê bike.”

Ekîcî diyar kir ku çendîn bar wan ji mitehhît re destnîşan kirine ku rê xerab bûye. Lê mitehhît guhdariya wan nekiriye. Dûvre Ekîcî wiha pê de çû: “Divê ku di derbarê mitehhîtê rêya me çêkiriye de muemele were destpêkirin. Me dît piştî roja ku hat çêkrin rêya me xera bû û me ji bo ku baş çêbike me hişdarî da mitehhîdê. Lê guhdariya me nekir.” (ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.