Gundiyên ku DEDAŞê ceyrana wan biriye axivîn

Gundiyên ku DEDAŞê ceyrana wan biriye axivîn

ÊLIH - Nişteciyên gundê ku nifûza wî 3 hezar e ji ber ku DEDAŞê ceyrana wan biriye bertek nîaşan dan û diyar kirin ji aliyê derfetan ve zivirîne 40-50 sal berê

Niştyeciyên mezreya Sêgirkaya Êlihê destûr nedan ku DEDAŞ jimêrekên ceyranê bi dîrekan ve bialiqîne. Nişteciyên gund destnîşan kirin ku ji roja înê pê ve DEDAŞê ceyrana gund (mezre) biriye. Di derbarê mijarê de nişteciyan ji ÎLKHAyê re axivîn.

Nişteciyan destnîşan kirin ji ber ku ceyrana wan hatiye birîn ew nikarin ji bîrê av bikêşin. Her wiha wan diyar kir ku niyazmendiyên wan nayê têrkirin. Her wiha wek niştecî wan destnîşan kirin ku dermanên nexweşên van di avsarkê de bûye lê ji ber ku ceyran hatiye birîn ev derman xirab bûne.

Gundiyan belav kirin ji ber ceyran hatiye birîn diltirsin ku nexweşiya perokê belav bibe. Her wiha gundiyan belav kirin kesên ku ceyranê ji bo avdaniyê jî bikar tînin mexdûr bûne. Nişteciyên gund diyar kirin ku ji roja înê pê ve mexdûr bûne. Ji ber vî yekê ew dixwazin ku demildest ceyrana wan berdin.  

 “Ji ber ku ceyran tune em nikarin makîna diyalîzê bikar bînin”

Ji nişteciyên gund Îlhamî Agar diyar kir ku ji roja înê pê ve ceyrana wan ji teref DEDAŞê ve hatiye birîn. Dûvre Agar axavtina xwe wiha domand: “Nexweşê me ya ku girêdayê makîna diyalîzê ye heye. Ji ber ku ceyran tune em nikarin makîna diyalîzê bixebitînin. Zarokên me diçin dibistanê lê randiman hilnadin. Kompîtirên wan asê ne. DEDAŞ li Tirkiyê bes hat gundê me bijart? Ji ber birîna ceyranê em gelek mexdûr in.”

 “Em ji aliyê derfetan ve zivirîne 40-50 sal berê”

Fesîn Tekîn destnîşan kir ji ber ku ceyran hatiye birîn ew gelek mexdûr bûne. Dûvre wiha pêde çû: “Ev 5 roj e ku dedaş ceyrana me biriye. Îro roj heke ceyran nebe em nikarin tu tiştî bikin. Çendîn roj e ku em di tarîtiyê de ne. Em ji aliyê derfetan ve zivirîne 40-50 sal berê. Çend sal berê rewşa ku bav û kalên me tê de bûn îro em di wî rewşê de ne. Dema ku tarî daket em nikarin derkevin derve. Em nikarin biçin mizgeftê nimêj jî bikin.”

 “Parlementerên ku rewşa gelê me napirsin bila ji bo rayan neyên vir”

Ji nişteciyên gund Abdullah Balî wek bertek wiha axivî: “Çendîn roj e ku ceyrana me tune. Bila DEDAŞ berê jimêrekên Şaredariya Mezin bi dîrekan ve bialiqîn e. Ceyranên gundên hawîrdor hene. Bes ya gundê me tune. Parlementerên ku rewşa gelê me napirsin bila ji bo rayan neyên vir. Heke bimîne hêviya min dê em di hilbijartinê de destûr nedin tu parlementerê ku têkeve gundê me. Çendîn roj e ku ceyrana me tune. Çima tu perlemeter rewşa me napirse?”

Xwendekar li ber şewqa findê dixebitin

Ji ber birîna ceyranê xwendekar jî mexdûr bûne. Xwendekaran diyar kirin ji ber ku ceyran tune texteyên dîjîtal naxebitin. Her wiha ji ber ku ceyrana gund tune xwewndekar li ber şewqa find û mûmê dixebitin

Wekê kut ê bibîranîn heftiya borî tîma DEDEŞê di bergeha xebata nûkirina ceyranê de çûbû gund. Gundiyan ji ber ku DEDAŞ jimêrekên ceyranan bi dîrekan ve daliqandibûn bertek nîşan dabûn. Xebatkarên DEDAŞê ji gund derêxistibûn û rêya gund asê kiribûn. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.