Hamas Agirbestiyê Red Dike

Hamas Agirbestiyê Red Dike

Îsraîla rejîma terorê ji ber berxwedana grûbên çekdar ên Filistînê mecbûrî ji paş ve gav avêtinê bû.

Îdara cûntaya Misrê, ji bo sekinandina êrîşên Îsraîlê, teklîfa agirbestiyê kir. Kabîneya Îsraîla terorîst ev teklîf qebûl kir. Mehmûd Ebbasê lîderê Fetîhê jî beyan kir ku destekê dide vê teşebbusê.

  Lê Hamasê agirbestî red kir. Hamasê beyan kir ku heta lihevkirineke berfireh û tekûz neyê kirin, ew ê agirbestî pêk neyê. Di nav şertên Hamasê de ev hene: Bila Îsraîl êrîşî Ğezzeyê neke, li Şeriaya Rojavayê êrîşên li Filistîniyan bisekinin, kesên pey ku bi pevguhertinê hatibûn berdan û dîsa hatine girtin, bila bên berdan û ambargoya li ser Ğezzeyê bê rakirin.

  Tûğayê Îzzeddîn Qesamê jî beyan kir ku tu kesî ji bo agirbestiyê teklîf li wan nekiriye. Eger naveroka teklîfa îşgalkeran bi vî şeklî be, ji niha de agirbestiyê red dikin.

  Îsmaîl Heniyye weha got: “Ey ewladên qehreman yên Filistînê! Ez ji ber serferazî û sebra we, malavahiya we dikim. We serê me û xelkê Filistînê berjêr nekir.”

  Obamayê xêrnedî yê serokdewelata Emrîkaya îşgalker jî destek da Îsraîla melûn û wiha got: “Nayê effûkirin ku Hamas roketan bavêje Îsraîlê. Ji lew heqê Îsraîlê heye ku li ber êrîşên roketan parastina xwe bike.”

  Li aliyê din bîlançoya êrîşa li ser Ğezzeyê jî giran dibe. Heta niha hejmara şehîdan gihaye 192an û 1410 kes jî birîndar hene. Ji 8ê Temûzê vir ve zêdetirî 800 fuze û roket bi ser Ğezzeyê de hatine barandin. (BANGAHEQ)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.