Hamas li Qahîrê bi Fetîh re li hev kir

Hamas li Qahîrê bi Fetîh re li hev kir

Hat ragihandin li Qahîrê di navbera Hamas û El-Fetîh de lihevkirin çêbû.

Ew  hevdîtin û gotûbêjên ku roja sêşembê bi navginiya Misirê hatibûn destpêkirin bi dawî bûn, di encama hevdîtinan de Hamas û El-Fetîh li hev kirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniyye ve hatiye dayîn de  hat gotin “ Îro di wextên şeveqê de di navbera Hamas û El-Fetîh de hevpeymaneke  bi rûmet hat kirin.

Di daxuyaniya hevpar a ku ji teref Hamas û Fetîhê ve hatiye dayîn de jî  hat diyarkirin ew hêvî dikin li go danezana berê bê hereketkirin û ev rûhê musbet bê temamkirin. Di berdewama daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin hevdîtin gelekî xweş derbas bûne.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.