Harekat ji 4 sefheyan pêk tê

Harekat ji 4 sefheyan pêk tê

Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê Harekata Çiqlê Zeytûnê de destnîşan kir harekat ji 4 sefheyan pêk tê û ew di firehîya 30 kîlometreyan de qadeke bi ewlehî bê avakirin.

Serokwezîr Yildirim di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir li Efrînê nêzî 8-10 hezaran de “terorîst” hene  û ew ê herêm ji temamê “rêxistinên terorê” bê paqijkirin.

Yildirim di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir berîya ku harekat bê destpêkirin hevdîtinên dîplomatîk hatine kirin û Amerîka li hember harekatê neketiye nava helwesteke muxalif û Îran jî bes xwedîyê hinek fikaran e.

Yildirim her wisa diyar kir ji ser Rûsya û Îranê ji rejîma Sûrîyê re agahî hatiye dayîn.

Yildirim di dawîya axavtina xwe de diyar kir operasyona bejayî di seat 11.05an de ji mewqîya Gulbaba dest pê kiriye û heta niha tu leşker birîndar nebûne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler