Hat diyarkirin ku êrîşa li Bursayê PKKê lidar xistiye

Hat diyarkirin ku êrîşa li Bursayê PKKê lidar xistiye

BÛRSA - Hat diyarkirin êrîşa ku li Bursayê li ber Mizgefta Mezin a Bursayê pêk hatibû PKKê li dar xistiye. Di derbarê bûyerê de 6 kes hatin girtin.

Hat ragihandin heftiya borî roja çarşemê êrîşa bombeyî ya ku li ber Mizgefta Mezin a Bursayê pêk hatibû PKKê li dar xistiye. Di derbarê vî yekê de 6 kes hatin girtin.

Hat diyarkirin navê xwekujê ya ku êrîşê pêk anîbû Eser Çalî ye (24) û her wiha Îdirî ye û wek navê qod Asya Glidag dihat zanîn.

Her wiha hat ragihandin kut ê gumankirin xwekuj Eser Çaliya 24 salî ya êhlê Îdirê ye. Hat diyarkirin ku dê malbata Eser ji bo ku nimûneya DNAyê jê were sitandin were dîtin û nasnameya wê bi şiklekî baş were eşkerekirin.

Di bergeha vê êrîşê de ji teref derdozgeriya komarî ve xebat dest pê kiribû û di encamê vê xebat û tehqîqatê de 8ê wî jin bi tevahî 17 kes hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna van kesan 11 kes hatin serbest berdan û ji gumanbaran Emîne K. Û xuhaya wê Tuba K, Ummu Gulsun M, Zekîye Z, Mîthat T û Îsa C, ji teref dadgehê ve hatin girtin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.