Hat îddia kirin ku karsazê Êlihî li Stenbolê întxar kir
Hat îddia kirin ku karsazekî Êlihî yê ku li Stenbolê dijîya xwe ji Pira Bogazîçîyê avêt.
Zekî Seven(55) ê ku xwedîyê sektora hewavanî û muhendisî piştî ku îflas kir re ji ber acizbûn û pirsgirêkan xwe ji Pira Bogazîçîyê avet û întîxar kir.
Li gor îddiayê, Zekî Seven dema ku ew û şofêrê xwe ji Pira Bogazîçîyê derbas dibin Zekî Seven ji şofêrê xwe dixwaze da ku biskekî birawiste. Dema ku erebe disekine Zekî Seven xwe ji pire diavêje jê re. Şofêr çawa ku dibîne xwe diavêje xeberê dide polîsan.
Gelek polîs û ekîbên rehakirinê hatin cihê bûyerê. Piştî demekê laşê Zekî Seven hat dîtin.
Hat hînbûn ku cinazeya Zekî Seven îro dê bibin Batmanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.